Çîroka hevnaskirina Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz

Xwişka Mahsûm Korkmaz Maşallah Korkmaz: Mazlûm Dogan tê Êlihê, li birayê min dipirse. Piştre diçe otela bavê min, xebatkarên otelê jî ji birayê min re dibêjin ku mêvanek lê dipirse. Herdu jî li wir rûdinên û dest bi nîqaşeke xurt dikin.

"Mazlûm Dogan ku zane ciwanên wê demê bi Kurdîtiyê mijûl dibin li vir li hev dicivin, li Mahsûm Korkmaz dipirse. Kurikê ku çay çêdikir jî bêteredût otela li pêşberî çayxaneyê nîşan dide. Dibêje, 'ev otela ku tu dibîne ya bavê wî ye, tu dikare wî li wir bibîne'."

Salên 1970'î li Êlihê du salonên sînemayê hebûn. Yek ji wan Raman bû ku ji bo 500 kesî bû. Wê rojê çi bû nayê zanîn, lê salon tijî bûbû. Kesên ku salona du qatî tijî kirin, bi baldarî li dikê temaşe dikirin. Lîstikvanê sereke yê lîstika bi navê 'Doktor', wê rola doktorekî Tirk ê nijadperest ê ber bi Kurdistanê ve hatibû şandin, bi rengekî serketî bilîsta. Doktorê ku ji liv û tevgera wî, ji dengê wî zalimtî xuya dikir, nexweşên bi Tirkî nizanîbû derman nedikir, di ser re heqaret li wan dikir.

'Doktor' vegotina herî hêsan û ji rêzê ya rewşa Kurdistanê ya wê demê bû. Dema ku lîstik qediya dirûşmên bi Kurdî, bi Tirkî yên 'Bimire mêtingerî', 'Bimire koletî' ji salonê bilind bûn. Vê lîstikê bandor li jin, ciwan, extiyar, xwende, nexwende, bandor li her kesî kiribû. Kurdên ku êvara 13'ê Çileya 1977'an ew salon terikandin, dema ku ew ciwanê hîn 20 salî bi rola doktor dilîst nas kirin, mat ma bûn; kesekî ewqasî dilnizm, dilê wî bi eşqa Kurdîtiyê dagirtî çawa dikarîbû ku doktorekî welê zalim bilîze.

Kê zanîbû ku ev ciwan wê piştî bi salan bi 'fîşeka destpêkê' bihata bîranîn, ku rojên azad daniya pêşiya Kurdan. Ev lîstika şano ya ku ji aliyê Bekîr Yildiz ve hate nivîsandin, li gorî rewşa Kurdistanê hatibû amadekirin. Rola doktor wê ji aliyê Mahsûm Korkmaz, rola alîkarê wî jî Mahmût Tanrikûlû bilîsta (14'ê Tîrmeha 1990'î li nêzî gundê Îvanê yê Kerboranê weke fermandarekî gerîla wê şehît biketa). Yekîn din ê ku derkete ser dikê Ahmet Kûrt bû ku bi 'Berxwedana Şikestûnê' wê navê xwe li dîroka têkoşînê binivîsanda.

Heman komê tevî lîstika 'Doktor' wê lîstikên 'Reşo Axa' û 'Qaçaxçî' jî bilîsta. Ne tenê sînemaya Raman, wê êvarê havînê her kolanên Êlihê veguheranda dikê. Lîstikên ciwanên tevgera azadiyê ya Kurdistanê wê ewqasî bal bikşşanda ku di rûpelên destpêkê yên rojnameyên xwecihî de bibûna nûçe. Yê ku xwendekarên lîse û dibistana navîn li dora xwe dicivand, bi navê 'Lîs-Der'ê karê komeleyê dikir, ew tevlî şano, karên çandî û piştî dibistanê beşdarî karên dersê dikir Mazlûm Dogan bû.

QAD: PALAS OTEL

Ji ber ku piraniya wan xwendekarên lîse û zanîngehê bûn destpêkê wê weke 'Talebe', piştre weke 'Şoreşgerên Kurdistanê' herî dawî jî bi berxwedana li deşta Rihayê weke 'Apoyî' bihatina naskirin. Beriya Mazlûm Dogan, Hakî Karer çûbû Êlihê, piştre ji wir derbasî Dîlokê hate kirin. Tê gotin, Hakî Karer sala 1976'an dema ku mîsyona xwe ya li Êlihê radestî Mazlûm Dogan kir, bal kişand ser Mahsûm Korkmaz û jê re wiha got; 'Ya rast, li Êlihê ciwanek heye. Eger tu wî bi rêxistin bike, tu yê temamiya Êlihê bi rêxistin bike'.

Maşallah Korkmaz, xwişka Mahsûm Korkmaz behsa Mahsûm Korkmaz dike, ku hê di 7 saliya xwe de ji bo ku bi birayê xwe re bi Kurdî axiviye birayên wî ji dibistana herêmê ya lêmanê hatine avêtin, dema diçû pola duyan a dibistana navîn li dijî mamosteyê 'Dîrok-Cografyayê' derdikeve, bi sedema ku behsa helên wî aliyê cîhanê dike lê behsa Kurdan nake û wiha 'çalakiya xwe ya pêşî' kirî, salên dawî jî li Lîseya Êlihê bi hevalên xwe re ji dîrek ala Tirk dadixe û li şûna wê ala Kurdsitanê hildide û di 'rojnameyên netewî' de dibe manşêt.

Maşallah wiha behsê dike bê ka birayê wê çilo tevger nas kiriye:

''Piştre kesekî ku em wî bi navê Mazlûm Dogan nas dikin piştî civînê tê Êlihê. Ji trênê dadikeve, diçe çayxaneyeke apê Edîp Solmaz a li nêzî stesyonê. Mazlûm Dogan ku dizanî wê demê li vir Kurdatî dihate kirin pirsa birayê min dike. Zarokê çayger jî bêdudilî, otêla li pêşberî çayê nîşan dide, dibêje, ''Ev otêl a bavê wî ye, dikarî wî li wir bibînî''. Ew jî di cih de diçe otêla bavê min, piştî ku demekê li lobiyê disekine, xebatkarên otêlê ji birayê min re dibejin ku mêvanekî wî heye. Herdu jî li wê derê dest bi nîqaşeke germ dikin. Birayê min heval Egîd dibêje, ''Wekî hûn rêxistineke Kurd in, çima tu ne Kurd î, çima bi Kurdî nizanî?'' Mazlûm Dogan dibêje, ''Ez Kurd im û bi Kurdî dizanim.'' Piştî vê bêdengiyek çêdibe, piştre birayê min dibêje, ''baş e, êdî ez jî bi we re me.''

Mahsum Korkmaz, ku li gorî Mazlûm Dogan ragihandî qedroyên din ên lîder ên tevgerê Kemal Pîr û Xeyrî Durmuş gotin,''Têra xwe zîrek e, bi daxwaz, fermandarekî baş e, dikare bibe rêberekî civakî'', 1956'an li gundê Gulazar a Farqînê jidayik dibe. Li Farqînê piştî ku dibistana seretayî ya Kazim Karabekîr diqedîne malbat diçe navenda Êlihê. Mahsûm Korkmaz dema ku dest bi dibistana Batman Petrolê dike, bavê wî Şehmus Korkmaz otêla Meydana Palasê dewr digire. Wê ji ber welatparêziya bavê wî be, endamên tevgera Kurd wê demê diçûne vê otêlê. Siyasetmedarê Kurd Lutfî Baksî bîranîna xwe ya li wê otêlê, hevnasîna pêşî ya Mahsûm Korkmaz wiha vedibêje:

''Ne şaş bim sala 1973 an jî 74'an bû, li lobîya otêla Meydana Palasê,bi hevalên mêvan re ku ji derve hatibûn bi dengekî hêlî em ketibûn nav civateke ku gelek caran navê Kurd û Kurdistanê derbas dibû. Bi carekê re ciwanekî 15-16 salî bi Kurdî got, ''Apo, bi min îro li vir bi dengekî hêlî neaxivin, îro ev der tije polîs in, ev der otêla bavê min e û ew li karê xwe dinere, derdê wî bazirganî ye.'' Piştre hîn bûm, kesê ku em hişyar kirin Mahsûm Korkmaz e, wê rojê yên ku li otêla bavê wî diman jî Necatî Gultekîn û ekîba wî bû, ku Gultekîn di hilbijartina senatoriyê de ji generaltiyê îstîfa kiribû û ji MHP'ê bûbû namzet. ''

***

Mahsûm Korkmaz û Mazlûm Dogan wê ne tenê li otêla bavê wî Şehmuz Korkmaz hev bidîtana, ku Şehmuz Korkmaz piştî darbeya 12'ê Îlonê li tugaya leşkerî ya artêşa Tirk a li Sêrtê bi êşkenceya giran jiyana xwe ji dest dabû. Mazlûm Dogan wê sê darikên niftikê li pey xwe bihişta û 21'ê Adara 1982'an dawî li jiyana xwe bianiya, di hovîtiya zindana Amedê de berxwedan bida destpêkirin, tevgera li derve jî wê haziriya têkoşîna çekdarî bikira, Mahsûm Korkmaz 15'ê Tebaxa 1984'an li Dihê bi vê armancê bibûya fermandarê yekîya têkoşîna çekdar û 28'ê Adarê li Gabarê di kemîna artêşa Tirk de şehîd bibûya. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî di Kongreya 3'yan a 1986'an de heftiya di navbeyna 21-28'ê Adarê de, rojên di navbeyna şehîdbûna Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de weke ''Heftiya Lehengiyê'' ragihande...

Jêder:

-Arşîva ronameyên Batman, Raman û Çagdaşê, rojnameya Gunaydin ku 13'ê Gulana 1997'an bi manşêta, ''Alaya me ji dîrek anîn xwarê'' derketibû.
-Vegotinên siyasetmedarê Kurd Osman Ergîn ku bi Mahsûm Korkmaz re di lîstikên şanoyê de lîstibû.