Çira Tv: Em bi rêzdarî Rizgar Adanmiş bi bîr tînin

Çira Tv’yê ji bo rojnamevan Rizgar Adanmiş ê ku li Dêrazorê dema pêşveçûnên li herêmê dişopand û di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bûbû û piştî tedawîkirinê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Çira Tv’yê ji bo rojnamevan Rizgar Adanmiş ê ku li Dêrazorê dema pêşveçûnên li herêmê dişopand û di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bûbû û piştî tedawîkirinê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Çira Tv’yê wisa ye:

“Wekî ku tê zanîn, yek ji ehengên me yê kedkar ê ragihandina azad, hevalê me û her wiha xebatkarê ANHA û Stêrk TV, Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz), li Dêrazorê di dema têkoşîna dijî faşîzma DAIŞ'ê dişopand, di êrişa komkujiya bi ser sivîlan de şehîd bû.

Hevalê me Rizgar ji bo ku rastiya faşîzm û terora li ser Kurdistanê û berxwedana li dijî vê ji cîhanê re ragihîne, wek nûçegihan, bû deng, çav û guhê gelê Kurd û gel û civakên din ên bindest.

Hevalê me Rizgar, bi taybetî piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an li ser Şengalê ferman pêk anî, derbasî herêmê bû û dengê civaka Êzidî ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Rizgar piştî Şengalê jî ji bo ku geşedan û rastiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji cîhanê re ragihîne derbasî wir bû û heta şehadeta xwe jî, têkoşîna sedsalê ya li dijî faşîzma DAIŞ'ê şopand.

Ji Gûrbetelliyan heta Halîl Dagan, ji Denîz Firatan heta Nûjiyan Erhan. Dilîşan û Hogiran, Rizgar Adanmiş jî, kevneşopiya berxwêdêr a ragihandina azad, heya nefesa xwe ya dawiyê dewam kir.

Em jî wek hevalên wî yên ÇIRA TV, hevalê xwe Rizgar, bi bîr tînin û li ber ked û xeta wî ya têkoşînê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Sersaxiyê ji malbata wî, xebatkarên Çira Tv, ANHA, Stêrk TV û hemû sazî û kedkarên ragihandina azad û gelê Kurdistanê û gelên herêmê re dixwazin.

Em soza xwe dubare dikin, ku em ê bibin şopdarê kevneşopiya heqîqet û berxwedanê, ku bi ked û xwêdan û xwîna Rizgaran ava bûye. Em ê xewn û xeyalên wan, di her dem û her derê, di xebatên xwe de, bi cih bînin. Wê ti car rastî di bin tarîtiya dagirkerî û faşîzmê de nemîne, wê rojên ronî werin. Wê her demê, kesên li ser şopa Rizgaran hebin ên ku berdêla wê çi dibe bila be, rastiyê qîr bikin, binivisînin û biweşînin.”