Çima Heftanîn?

Çima Heftanîn? Heftanîn deriyê sê parçeyên Kurdistanê ye. Deryayeke ku Bakur, Başûr û Rojava digihîne hev.

Heftanîn, çar aliyên xwe bi xwînê hatiye şuştin. Bi salan hembêza xwe li ewladên xwe vekir, xwedî lê derket, berxwedan û vejîn dîtiye. Ceng di roja 29'an de ye. 29 rojên ku şahidê rastiya berxwedêriyê ya lehengan e ku her roj, her kêlî li dijî teknîkê li ber xwe didin. Berxwedana gerîla ya li dijî çeteyên qesrê ji bo gel dibe moral. Li herêmeke ku bi bombardûmana balafirên şer û helîkopterên Kobra kevir tên hêrandin, eger gerîla dikare ji deverekê fîşekê berde, eger dikare bêje 'em li vir in û dest ji vir bernadin' hingî tê dîtin ku jiyana bi berxwedanê çiqasî xurt e.

Dîktatorên faşîst hemû, di demên xwe yên herî lawaz de ji bo xwe xurt nîşan bidin êrişê dibin ser her cihî. Reîsê çete Erdogan li pey xewn û xeyalên Osmanî ye, lê di dema xwe ya herî lawaz de ye. Heftanîn ku ji bo dewleta faşîst bûye tengavî, şensê dawî yê dewlet û artêşa Tirk a dagirker e. Eger li vir nikaribe tiştekî bike wê li her qadê têk biçe.

Çima Heftanîn? Heftanîn deriyê sê parçeyên Kurdistanê ye. Deryayeke ku Bakur, Başûr û Rojava digihîne hev. Xwediyê rastî, parêzvanên vê deryayê hene. Ev derya ewçend berfireh û kûr e ku her dagirkerê xwe bigihîne wê tê de difetise.

Heftanîn di heman demê de ew rê ye ku fermandarê mezin ê gerîla Şehîd Agît (Mahsûm Korkmaz) lê meşiya û çû li Botanê fîşeka destpêkê berda mejiyê mêtingeriyê. Li dijî tasfiyekarî û xiyaneta navxweyî ev der Viyan a fermandar e. Viyan a ku li dijî rizandinê bû goga ji êgir. Û devereke ku gelek fermandarên leheng afirandiye. Di sala 1992'an de ew devere ku ARGK'ê faşîzm tarûmar kir.

Ew devere ku çete lê têk çûn û wê careke din lê têk biçe. Reîsê çeteyan bi xwe bawer nekir ku li vir bi ser bikeve. Xeyala wî destpêkê Heftanîn, piştre Metîna û ji wir jî Lêlîkan bû... Dixwaze li ser hemû çiyan serwer be û piştre bigihêje heta Bexda û Mûsilê. Ji bo pêkanîna van xeyalên xwe jî SÎHA'yan bi kar tîne. Bêguman lehengên Kurd wê teqez bi surprîzên cuda di demeke kurt de ji nû ve xwe nîşan bidin.

Hêza artêşa Tirk a şerkirinê nemaye. Hêza heyî jî bêyî SÎHA'yan nikare tiştekî bike. Me ev yek em di rêbaza şer a gerîla de dît hem jî di rêbaza dagirkeran de dît. Ev şer, ev ceng, ev dagirkerî wê demeke dirêj bidome. Wê gerîla biryarê bide ku kî wê bi ser bikeve. Ji ber ku gerîla wê xwe venekişîne, heta serketinê wê li ber xwe bide.