Çewlik: Em ê bi ruhê Egîd Kurdistanê azad bikin

Çewlik: Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û têkoşîna me ya azadiyê bû gaveke diyarker. 15'ê Tebaxê bi rêbaza nû ya çalakî û berxwedanê, tirseke mezin xiste dilê mêtingeriya Tirk.

Çewlik tevlî bernameyeke News Channelê bû û di salvegera 33'an de Pêngava 15'ê Tebaxê nirxand.

Di destpêk axaftina xwe de Çewlik, salvegera cejna 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, dayikên şehîdan, hemû hevrêyên xwe pîroz kir û di şexsê fermandarê efsanewî yê 15'ê Tebaxê Egîd de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

Çewlik qala şert û mercên destpêkirina Pêngava 15'ê Tebaxê kir û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd, ji bo têkoşîna me ya azadiyê bû gaveke diyarker. 15'ê Tebaxê bi rêbaza nû ya çalakî û berxwedanê, tirseke mezin xiste dilê mêtingeriya Tirk. Her wiha cesaret û bawerî da gelê Kurd. Ji bo Kurdan ev pêngav tê wateya gava xwedîderketina li hebûna xwe. Bû fîşek û li teslîmiyet û xiyanetê ket. Ji ber vê yekê berxwedana zindanê ji bo gelê Kurd weke berxwedaneke gelekî mezin derdikeve holê. 15'ê Tebaxê jî tê wateya hişyarbûnê, tê wateya vejînê. Piştî 15'ê Tebaxê gelê Kurd xwedî li gerîla derket. Gerîla bawerî da gel û bû hêviya gel. Bi 15'ê Tebaxê re gelê Kurd berê xwe da çiyê û gerîla. Ev pêngav ji bo gelê Kurd bû berxwedana xweparastinê û ji aliyê şerê parastina rewa ve rê li ber hişyarbûnekê vekir."

Çewlik anî ziman, ruh, berxwedan û xeta 15'ê Tebaxê cihê xwe di dil, hiş û mejiyê gelê Kurd de girtiye û destnîşan kir, ku gelê Kurd heta roja îro li ser vê xeta berxwedanê meşiya ye û hê jî dimeşe.

Di dewama axaftina xwe de Çewlik anî ziman, ku nabe berxwedana îro û 15'ê Tebaxê ji hev cuda bê nirxandin û got, "Sekn, milîtanî û kesayetiya pêşeng a hevrê Egîd ji bo me ne tenê şexsek e. Mahsûm Korkmaz ji bo me xetekê, ruhekî û rêbazekê îfade dike. Girîng e Egîd di nava şert û mercên serdema xwe de bê fêhmkirin. Em jî li ser xeta Egîdan, Karasûngûran, Hawayan, Zîlanan, weke şopdarên wan dimeşin. Zeryanan, Çiyageran li ser vê bingehê pêşengî kirin. Ev hêza îradeyê xwe dispêre vê kevneşopiyê."

Çewlik da zanîn, ji bo wan girîng e ku tecrûbeyê ji mîrateya Egîdan derxînin û wiha dewam kir: "Em gerîlayên HPG û YJA Starê xwedî vê îdîayê ne. Di sedsala 21'ê de em mîrateya xwe, tecrûbeyên xwe û têkoşîna li dijî konsepta dijmin nû dikin û bi vî rengî dimeşin. JLewma di nava du salên dawî de artêşa Tirk di şer de têk çûye."

Têkildarî artêşbûna jinê Çewlik got, "Em ji nava Pêngava 15'ê Tebaxê derketine holê. Eger Pêngava 15'ê Tebaxê ya PKK'ê nebûya, îro li çiyayên Kurdistanê artêşbûna jinê, azadiya jinê nedibû."

Çewlik destnîşan kir, ku jinên Kurdistanê bi Pêngava 15'ê Tebaxê de xwe bi îdeolojî, çek, zanebûn û îradeyê xemilandine û li ser vê bingehê bûne xwedî nasname.

Çewlik diyar kir, îro li çar parçeyên Kurdistanê sekna fedayî ya jinê ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, di berxwedana dijî DAIŞ'ê de, di sekna dijî rejîma Îranê de li her qadê veguheriye hêza pêşeng. Di vî warî de erk û wezîfeyeke xwe ya dîrokî heye. Em gerîlayên YJA Starê, li ser xeta Egîdan, Zîlan, Çiyager, Zeryan û Mehmet Tûnçan bi îdîa û morelek mezin ji bo jiyana demokratîk û azad a gelê me me berdêl dan û amade ne bidin."