Çetîn: Em ê hemû nelirêtiyan teşhîr bikin

Hevşaredarên Erdîşê dest bi peywira xwe kirin û gel diçin serdana wan. Hevşaredar Yildiz Çetîn diyar kir ku wê hemû nelirêtiyên li şaredariyê teşhîr bikin.

Hevşaredarên HDP’ê yên Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala, li avahiya şaredariyê gel pêşwazî kirin û diyar kirin ku şaredariya Erdîşê mala gel e.

Hevşaredar Çetîn diyar kir ku wê xizmetê ji hemû gelên Erdîşê bikin û di demeke nêz de wê bi muxtaran re bicivin. Çetîn got ku “Di hemû xebatên me de, wê gelê me haydar bin. Şaredarî kirine kavil. Her tiştên li şaredariyê hatine talankirin. Em ê cudakariyê nexin nav gel. Em ê hemû nelirêtiyên li şaredariyê hatine kirin, tevî gelê xwe teşhîr bikin.”