Çetîn a hate destgîrkirin êşkence lê kirin

Aktivîsta TJA Robîn Çetîn a hate destgîrkirin, derket holê ku êşkence kirine.

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de duh li gelek bajaran polîsan bi ser malan û saziyan de girtibû. Di encama serdegirtinan de Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, rojnameger Ayşe Kara, akîvîstên Komeleya Jinan a Rosayê, parêzer, rêveberên HDP’ê û DBP’ê di nav de 44 kes hatine destgîrkirin. Hat gotin derbarê 64 kesan de biryara destgîrkirinê hatiye dayîn.

Di çarçoveya lêpirsînê de duh di saetên êvarê de endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Çetîn jî hatibû destgîrkirin.

Polîsan duh êvarê li Amedêbi ser mala wê de girt û kelûpelên malê belav kirin.

Piştî lêgerînê polîsan, Çetîn destgîr kir û birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Derket holê ku polîsan êşkence li Çetîn kiriye. Di wêneyê Çetîn ê destgîrkirinê de hatiye kişandin bin çavê wê yê çepê reş û şîn bûye û di qirika wê de şopa êşkenceyê heye.