Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Kakayî yên li Daqoqê kirin

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Kurdên Kakayî yên li navçeya Daqoq a Kerkûkê kirin. Tê gotin, ji ber vê êrîşê hin welatiyan jiyana xwe ji dest dane, hin jî birîndar bûne.

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Kakayî yên li navçeya Daqoq a Kerkûkê kirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî yekîneyeke Kakayî ya li nêzî gundê Ebû Mihemed kirin, ku Kurdên Kakayî ne.

Tê gotin, di encama êrîşê de du girên ji aliyê yekîneyên Kurdên Kakayî yên ser bi pêşmergeyan ve dihatin kontrolkirin, ketine. Piştî êrîşê şerekî giran qewimî. Hat ragihandin, welatiyên Kakayî jî rahiştine çekê û berê xwe dane eniya şer.

Fermandarê Pêşmergeyan ê Eniya Daqoqê Amîd Araz li ser vî şerî agahî da ANF'ê û anî ziman, ku şer dwam dike û her du girên ketin, ji nû ve hatine kontrolkirin. Araz diyar kir, encama êrîşê hê ne diyar e û got, "Lê belê şehîd û birîndar hene."