Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Kakaî kirin
Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê êrîşî gundên Kakaî yên ser bi Daqûqê kirin, ku du roj berê ketibûn destê hêzên Heşdî Şabî.
Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê êrîşî gundên Kakaî yên ser bi Daqûqê kirin, ku du roj berê ketibûn destê hêzên Heşdî Şabî.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Zava û Arapkoy ên Daqûqê kirin, ku di destê Heşdî Şabî de bûn. Çeteyên ku bi kincê hêzên Heşdî Şabî ketin nava van gundan, li gundiyan reşandin.
Gundiyê bi navê Seyît Cengîz Abas Vela jiyana xwe ji dest da, birayê wî jî birîndar bû.
Gundiyan û xwebexşên li herêmê bersiv dan êrîşa çeteyan. Şerê li herêmê dewam dike.