Çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser çeperên pêşmergeya: 3 pêşmerge şehîd bûn

Li devera Zerge ya rojavayê Xurmatû çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bire ser navendeke pêşmergeyan, di encamê de sê pêşmerge şehîd bûn û 11 pêşmerge jî birîndar bûn. 

Şevê dî saet 22:50’an çeteyên DAIŞ’ê li devera Zerge ya rojavayê navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddînê êrîş birin ser çeperên pêşmergeyan. Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de 3 pêşmerge şehîd bûn û 11 jî birîndar bûne.

Têkildarî êrîşê fermandarekî pêşmergeyan ev agahî dane: “Çeteyên DAIŞ’ê ji çend aliyan ve êrîş anîn ser Tabura yek ya Tugaya me. Hêzên me bersiv dane êrîşan û piştî şerê saetekê êrîş hatin şikandin.

Çeteyan bi roket û Bîkîsiyan êrîş anî ser me. Êrîşeke pir dijwar bû. Ji ber wê dema ku hêzek ji Tugaya 11 ji bo alîkariyê diçû, mayînek bi wesayîta wan de teqiya. Ji ber wê jî sê pêşmerge şehîd bûn û 11 pêşmerge jî birîndar bûn.”