Çeteyên DAIŞ’ê dîsa êrîşî Daqûqê kirin

Çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser pêşmergeyên li nêzî gundê Ebû Mihemed ê navçeya Daqûqê ya Kerkûkê.

Li gorî agahiyan çeteyên DAIŞ’ê îro saet li derdora 13.00’ê êrîş birin ser gundê Kurdên Kakayî yê bi navê Ebû Mihemed. Çeteyan êrîş bi ser pêşmergeyên Kurdên Kakayî de bir û şer nêzî nîv saetê dom kir.

Fermandarê Pêşmerge yê Daqûqê Amîd Araz ji ANF’ê re axivî û got, êrîş li nêzî ava Ruxanê pêk hatiye, êrîş hatiye şikandin û kesek ji wan nehatiye kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê beriya bi du rojan jî êrîş bi ser gundê Ebû Mihemed de biribûn û di êrîşê de 3 pêşmerge jiyana xwe ji dest dabûn, 8 pêşmerge birîndar bûbûn.

26’ê Tîrmehê jî êrîş bi ser Kurdên Feylî de biribûn, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû û  4 jê jî birîndar bûbûn.

Li Daqûqa ku li ser sînorê Hawîcê ya Kerkûkê ye, ku Hawîc di destê DAIŞ’ê de ye, li gel yekîneyên pêşmergeyan ên Heşdî Şabî û yekîneyên pêşmergeyan ên Kakayî her wiha pêşmerge û hêzên asayîşê yên bi ser PDK’ê û YNK’ê ve jî hene.