Çeteyên DAÎŞ'ê li Kerkûkê êrîş kirin

Çeteyên DAÎŞ'ê bi rengekî xwekujî êrîş birin ser bendên kotnrolê yên Heşdî Şebî û polîsên federal ên li nehiya Zapê ya Kerkûkê. Ji ber êrîşê şerekî giran qewimî.

Çeteyên DAÎŞ'ê duh danê êvarê li nehiya Zapê ya li başûrê Kerkûkê êrîş birin ser bendên kontrolê yên Heşdî Şebî û polîsên federal ên Iraqê. Piştî êrîşa xwekujî şerekî giran qewimî.

Rayedarekî koma Heşdî Sûnne ya li nava Heşdî Şebî got, li dijî bendên kontrolê yên Heşdî Şebî û polîsên federal ên Iraqê yên li Zapê sê êrîşên xwekujî hatine kirin. Her wiha ragihand ku bi rengekî hevdemî bi çekên otomatîk êrîş li bendên kontrolê hatiye kirin.

Rayedar li ser hejmara kuştî û birîndaran aghî neda.