Çend çalakiyên pîrozbahiya 4’ê Nîsanê li Kerkûkê hatin lidarxistin

Li Kerkûkê bi çend çalakiyan salroja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Îro saet 11:00’an li bajarê Kerkûkê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) û bi alîkariya Encûmena Kerkûkê ya Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê bi boneya 72’emîn salroja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser rêya Kerkûk-Silêmanî 72 dar hatin danîn.

Di derbarê çalakiyê de endamê Desteya Dîplomasî ya Encûmena Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî ji ajansa me ANF’ê re axivî û got, “Îro di salroja rojbûna Rêberê mirovahî Rêber Apo de em tevlî çalakiya hevbeş ya bi RJAK’ê kiriye, çalakî jî danîna 72 daran e.”

Çalakî piştî danîna daran êvarê li navenda RJAK’ê ya Kerkûkê dewam kir. Li wir ji bo pîrozkirina salroja rojbûna Rêberê Gelê Kurd şahiyek hat lidarxistin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdan destpêkir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya RJAK ya derbarê 4’ê Nîsanê ji aliyê Berpirsa Buroya Kerkûkê ya RJAK’ê mamoste Dilvan Ekrem ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hatibû gotin, “Destpêka meha Nîsanê cejn û sersala hemû gelên Rojhilata Navîn e, sersala Asûriyan, cejna Çarşema Sor ya Êzidiyan û roja hilweşîna rejîma BAAS û rojbûna Rêberê Jina Azad û Rêberê Mirovahiya Azadîxwaz “Abdullah Ocalan” e. Weke rêxistin em hemû cejnên destpêka vê mehê li hemû mirovatiya azadîxwaz, gelê Kurd, Asûr, Êzidî û bi taybetî jinan pîroz dikin. Yekemîn meha biharê destpêka vejîna gerdûn, jîngeh û xwezayê ye. Bi vê vejînê re vejîna hemû zindiyên di nava gerdûnê de ye. Ji ber vê rojbûna Rêber Apo di vê demê de xwedî wateyek gerdûnî, felsefî û jiyanî ye.”

Di dewama daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser wateya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê bi taybetî ya ji aliyê jinan ve û wiha pêde çûye, “Pîrozkirina 4’ê Nîsanê wek roja vejînê, têgihîştin û watedayîn, weke jinan ku ev ji dayîkbûne, mîna ji dayîkbûna jina azade û vejîna çanda dayîka xwedawend a li ser vê xakê ye. Her wiha pîrozkirina gerdûnê ye ji bo ji dayîkbûyîna nifşek ku hemû ne hevsengiyan hevseng dike, pîrozkirina civaka mirovatiyê ye ku ev ji dayîkbûniye bûye sedemê vêketina çira ya azadiya mirovatiyê, pîrozkirina civaka Kurdewarî ye ku rêya têkoşîna wê ji bo heta hetayî rast kiriye; piştre wek mizgîniyeke ji bo xwezayê ku ev şoreşa mezin wê xwezayê ji destê zilmê rizgar dike. Em wek rêxistin di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” çalakiyên xwe geş dikin û yek ji çalakiyên me ya sereke gihandina fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo hemû takên civakê û bi taybetî jinan e, ji ber ku di vê baweriyê de ne ku yekane çareseriya ji bo hemû pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê têgihîştin û pêkanîna fikir û felsefeya Rêber Apo li Başûrê Kurdistanê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin, “Pîrozkirina vê rojê tê wateya xwedîderketina li wê ked û têkoşîna Rêber Apo, bi taybetî keda wê ya bê dawî ya ji bo azadiya jinan dayî ye, di heman demê de helwesta li dijî komploya navdewletî û sîstema desthilatdar şermezar dikin. Bang li hemû jinan dikin ku wek erkek a welatparêziyê û wek helwesta li dijî zilma sîstemê ya li ser jinan û xwezayê dike ye. Wek erkek demokratîk û jîngehparêzî bi danîna daran û bi pêngava kûrbûyîn û têgihîştina ji fikir û ramanên Rêber Apo em vê cejnê pîroz bikin.”

Piştî xwendina daxuyaniya RJAK’ê drûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Piştre jî beşdarên pîrozbahiyê bi gerandina govendê ya li ber stranan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û bi vî rengî çalakî bi dawî bû.