Çelîk: Xwedî li destketiyan derkevin

Naîme Çelî ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 87 rojan di greva birçîbûnê de bû, diyar kir ku afirînerên destpêkê yên serketinê dayikên berxwedêr in û got, divê xwedî li destketiyên hatine afirandin bê derketin.

Yek ji çalakgerên ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê Naîme Çelîk e. Çelîk 1'ê Adarê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kete greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û piştî ku 28'ê Adarê hate berdan, li mala xwe ya li taxa Mûradiye ya navçeya Baglar a Amedê çalakiya xwe domand.

Grevên birçîbûnê 26'ê Gulanê bi banga Ocalan bi dawî bûn. Ew jî rakirin nexweşxaneyê û piştî hate dermankirin ji nexweşxaneyê derket. Me li mala Çelîk serdana wê kir. Çelîk peyama Ocalan nirxand û diyar kir, têkoşîn wê bidome. Çelîk spasiya dayikên Kurd û gelê Kurd kir ên di dema çalakiyê de bi berxwedana xwe li gel wan bûn û got, afirînerên sereke yên serketinê dayikên bi laçikên spî ne.

Çelîk diyar kir, çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin û pêl bi pêl belav bûn, bi ser ketin û got, ji bilî çapemeniya azad saziyên din ên çapemeniyê çalakiya wan ji nedîtî ve hatine û tevî vê yekê jî wan dengê xwe dane bihîstin.

Çelîk bi bîr xist ku ji bo bidawîbûna tecrîdê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û diyar kir, ji ber xemsariya li pêşberî berxwedanê dayik ketin nava liv û tevgerê, lê bûn hedefa şîdetê. Çelîk got, "Jinên ku ji ber bêdengiyê sebra wan nema, ji bo xwedî li çalakiya me derkevin rabûn ser piyan. Xwezî xwedîderketin berê pêk bihata. Xwezî beriya ku heyşt hevalên me xwe feda bikin û rewşa tenduristiyê ya çalakgeran giran bibe xwedîderketin pêk bihata. Lê mixabin ev nebû. Dem dirêj bû. Pirsgirêkên tenduristiyê li hevalên me mayinde bûn. Belê, em bi ser ketin, ev serketin bû. Lê belê ya girîng ji niha û pê ve ye. Ya girîng ew e ku gelê me wê bi çi rengî xwedî li vê destketiyê derkeve. Divê destketiyên bi berdêlan hatine afirandin tine nebin, divê xwedî lê derkevin."

Çelîk destnîşan kir, peyama Ocalan ji bo gelan hemûyan hêvî ye û got, "Birêz Ocalan kesayetekî mezin. Eger zerareke biçûk bi hevrêyên wî bibe wê gelekî xemgîn bibe.

Ocalan li gelan, li hevrêyan fikirî û biryar da. Di peyama xwe de anî ziman ku ew biryara bidawîkirina çalakiyê ji çalakgeran re dihêle. Ji ber ku zanîbû ev berxwedan berxwedana me hemûyan e. Ji bo her kesî kîjan baş be ew xwest. Me zanîbûn ku pêşniyarên wî yê ji bo paşerojê di nava peyamê de hene û ji ber ku em pê piştrast bûn me dawî li çalakiya xwe anîn."