Çelîk: AKP li Kurdistanê olê ji bo asîmîlasyonê bi kar tîne

Hikumeta AKP’ê li Kurdistanê gelek saziyan digire, dest nade saziyên ku xizmetê ji wê re dike. Bi ser de saziyên nû vedike.

Rêveberê DA-DER’ê Zubeyîr Çelîk bal kişand ser vî tiştî ku AKP li Kurdistanê bi rêya saziyên olî înkar û asîmîlasyonê dike û got “Bi qursên Kuranê dixwaze di warê baweriyê de jî polîtîkaya mêtingeriyê têxe meriyetê.”

Têkildarî qursên Kuranê yên her roj zêdetir dibin, rêveberê Komeleya Bawermendan a Êlihê (DA-DER) a ku bi biryarnameyê hatibû girtin Zubeyîr Çelîk ji ANF’ê re axivî.

‘BI WEAZAN PROPAGANDAYÊ DIKIN’

Çelîk got, “Çawa ku Wezareta Perwerdehiyê li ser gelê Kurd polîtîkayeke asîmîlasyonê dike, Diyanet jî ji ser olê heman siyasetê dike. Bi perwerdehiya li Lîseyên Îmam Hatîbê, qursên Kuranê û weazên li camiyan re li ser gelê Kurd mekanîzmayek tê xebitandin. Ji ser olê dixwazin asîmîlasyonê pêk bînin. Lê em dizanin ku gelê Kurd girêdayî baweriya xwe ye. Em dibînin ku gotinên bingeha wan tune bi navê Hadîsan derdixin pêş.”

‘GEL BI BÊÎTAETIYA SIVÎL NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN DABÛ’

Çelîk diyar kir ku gelê Kurd çend sal berê vê asîmîlasyona li ser olê ya bi destê AKP’ê tê kirin dîtibû û nerazîbûna xwe bi ‘Bêîtaetiya sivîl’ nîşan dabû û got, “Em dizanin ku Diyanet li saziyên olî yên Kurdistanê, têkildarî gelê Kurd projeyên taybet dikin.Bi mebesteke siyasî û îdeolojîk dixwazin înkar û asîmîlasyonê derxînin pêş. Lê gelê Kurd bi ‘Bêîtaetiya sivîl’ nerazîbûna xwe nîşan dabû.”

‘QURSÊN KURANÊ YÊN KU HER ROJ ZÊDE DIBIN..’

Çelîk axaftina xwe wisa domand, “Saziya DA-Der bi biryarnameyan hate girtin. Bi vê girtinê re xwestin bibêjin ku ‘bi tenê em dikarin olê bidin hînkirin’. Ji aliyekî ve gelek sazî hatin girtin lê ji aliyê din ve jî hejmara qursên Kuranê zêdetir bû. Bi van qursan dixwazin ji ser baweriyê polîtîkaya mêtingeriyê têxin meriyetê.”

‘HÎZBULKONTRA JÎ BERHEMA VÎ TIŞTÎ BÛ’

Çelîk axaftina xwe wisa domand, “Dewletê di warê olê de li Êlihê polîtîkayên taybet pêk anî. Hîzbûllah jî yek ji van polîtîkayan bû. Ji ser olê Hîzbûllah dabûn avakirin. Niha jî bi heman ferasetê dixwazin gelê Kurd bi olê ji hev dûr bixînin.”

Çelîk herî dawîn jî got ku, “Divê gelê me Rojava ji xwe re bike mînak. Li wê derê li kêleka berxwedanê ji bo jiyaneke demokratîk û azad jî têkoşîn tê kirin. Li derekê binpêkirina mafan hebe divê mirov bêdeng nemîne.”