Çavdêrê siyasî Hîranî: PKK tevgerek nîştîmanî ye û ji bo gelan têdikoşe

Çavdêrê siyasî û Endamê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Fîryat Hîranî bal kişand ser têkoşîna PKK’ê ya ji bo gelan û diyar kir ku PKK tevgereke nîştîmanî û demokrasiyê ye û got: “Têkoşîna rizgariyê ji bo gelê Kurd û gelên Kurdistanê dike.”

Her diçe piştevaniya ji bo kampana cîhanî ya ‘PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin’ mezin dibe. Di vê çarçoveyê de li Başûrê Kurdistanê jî her diçe di nava gel de piştevaniya ji bo kampanyayê zêdetir dibe.

Li ser mijarê çavdêrê siyasî û endamê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Fîryat Hîranî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku piştevaniya kampanyayê dike û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

‘PKK TEVGEREKE RIZGARIYÊ YA JI BO GELÊ KURD Û GELÊN KURDISTANÊ YE’

Hîranî bal kişand ser têkoşîna PKK’ê ya ji bo gelan û got: “PKK ji destpêka avakirina xwe ve kar û kedeke mezin ji bo gelê hejar û di bin dagirkeriyê de hatibû hiştin kiriye. PKK tevgereke têkoşer, demokrasî ye, têkoşîna rizgariyê ji bo gelê Kurd û gelên Kurdistanê kiriye.”

‘MANDÊLA JÎ WEKE TERORÎST HATE SÛCDARKIRIN, LÊ PIŞTÎ 27 SALAN A GIRTINÊ BÛ SEMBOLA AZADIYÊ’

Çavdêrê Siyasî û Endamê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Fîryat Hîranî diyar kir ku her hêz û aliyek ne di berjewendiyên hêzên navneteweyî û dewletê de be teror tê binavkirin û wiha domand: “Dewletên navneteweyî û berjewendîparêz wan hêzên ku ne li gorî berjewendiyên wan in, dixin nava lîsteya terorê. Dema xwe li Başûrê Efrîqa Kongreya Nîştîmanî ya Demokrasî ya Nelson Mandela xistin lîsteya terorê. Lê me piştre dît ku Mandêla piştî 27 salên girtîgehê hate azadkirin, hemû cîhanê rêz ji bo wî nîşandan. Niha jî yek ji sembolên azadî li hemû cîhanê ye.”

‘ÇIMA TERORA DEWLETÊ NAYÊ DÎTIN!’

Hîranî anî ziman ku civakên navneteweyî çima terora dewletê nabîne û ev nirxandin kir: “Civaka navneteweyî her hêzê an jî aliyê nû ava dibe û dest bide çekê li dijî dewletê weke terorîst pênase bike, baş e çima terora dewletê nabînin? Ew dewletên zext û zilmê li gelê xwe dikin, dewletên weke Tirkiye, Iraq û Sûriye dagirkerî li ser gel û herêmên din kirine, baş e ma qey ev ne terora dewletê ye?”

‘DIVÊ PKKE WEKE TEVGEREKE SIYASÎ, NÎŞTÎMANÎ Û DEMOKRASÎ LI CÎHANÊ FERMÎ BÊ NASÎN’

Çavdêrê siyasî û Endamê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Fîryat Hîranî piştevaniya xwe ya ji bo kampanyayê anî ziman û got: “Piştevaniya xwe ya ji vê kampanyê re nîşan didim, pêwîst e PKK weke tevgereke siyasî, nîştîmanî û demokrasî, li cîhanê bi fermî bê qebûlkirin.”

‘OCALAN DIVÊ BÊ AZADKIRIN, GIRTINA WÎ SIYASÎ YE’

Hîranî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û wiha got: “Divê Birêz Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê azadkirin. Girtina wî siyasî ye û ne rewa ye.”