Çareseriya krîza Iraqê bi diyalog û danûstandinê dibe

Endamê Fermandariya HPG'ê ya Mexmûr-Kerkûkê Yaşar Hakkarî bang li hikumeta herêmî ya  Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê kir ku pirsgirêkên li gelemperiya Iraqê bi rengekî aştiyane û rêbaza demokratî çareser bikin.

Endamê Fermandariya HPG'ê ya Mexmûr-Kerkûkê Yaşar Hakkarî bi wesîleya 39. salvegera damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî û anî ziman, şerê piştî referandûma 25'ê Îlonê li herêmê rû da,  bi kêrî hikumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê nayê. Hakkarî anî ziman, ku hêzên mêtinger-emperyalîst ên mîna dewleta Tirk a faşîst-mêtinger dixwazin di navbera gelên Kurd, Ereb û Tirkmen de şer derkeve û dewleta Iraqê di nava kaosê de bimîne. Ji bo çareseriyê jî Hakkarî bal kişand ser diyalog û danûstandinê.

'PKK'Ê HÊVÎ DA GELAN'

Endamê Fermandariya Mexmûr-Kerkûkê ya HPG'ê Yaşar Hakkarî, sala 40'î ya damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullahy Ocalan, malbatên şehîdan, hemû kadro û sempatîzanên PKK'ê pîroz kir û bal kişand ser serdema ku PKK lê derket holê: "Piştî 28 raperînan, li Kurdistanê bi navê Kurdîtî û însaniyetê tiştek nemabû. Kurd di serdemeke zehmet de bûn. Mîna ku hatibû definkirin. Di demên bi vî rengî de bi taybetî di salên 1970'î de avakirina partiyê, destpêkirina têkoşînê gelekî zehmet bû. Bi navê Kurdîtî, sosyalîzm û çepgiriyê hin partî hebûn. Lê belê ev partî ji bo gelên Tirkiyeyê nebû çareserî û tinebûn li ser wan hate ferzkirin. PKK di nava şer tû mercên ku hêvî û bawerî qediya bû, ava bû. PKK'ê di destpêkê de hêvî û bawerî da gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê. Xewn û xeyalên gelan xiste meriyetê. PKK'ê xeyalên gelan kir rastî."

'PKK PARTIYA AZADIYÊ YA CÎHANÊ YE'

Hakkarî destnîşan kir ku PKK tevahiya mirovahiyê tesmîl dike, pêşengiyê ji têkoşîna gelan re dike û got, "Tevgera me bi felsefeya Rêber Apo li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji Modernîteya Demokratîk re dike. Ji ber vê yekê PKK mirovahiyê tesmîl dike û pêşengiyê jê re dike. Em dibînin ku bîrdoziya Rêber Apo li Rojava, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Iraqê dikeve meriyetê. PKK'ê bi nêrîn û felsefeya xwe ji sînorê Kurdistanê jî derbas bû ^uveguherî partiyeke azadiyê ya Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê."

'PKK'Ê PÊŞENGÎ JI TÊKOŞÎNA GELAN RE KIR'

Hakkarî diyar kir, PKK'ê bi têkoşîna xwe re di sala 2017'an de li Kurdistan û Rojhilata Navîn rê li ber gelek pêşketinan vekir û got, "Li Başûrê Kurdistanê û gelemperiya Iraqê, di salên 2014 û 2017'an de guhertinên mezin rû dan. Ev sal ji bo gelên Iraqê û Başûrê Kurdistanê salên girîng in. Di sala 2014'an de dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê Mûsil dagir kirin, piştre bi dorê hewl dan Şengal, Rebîa, Zûmar, Mexmûr û Kerkûkê dagir bikin û hikumeta navendî ya Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê xwe ji van herêman vekişandin. Di serî de gelê Kurd, gelên Asûrî, Tirkmen û Ereb ên li Iraqê dijîn di nava xeteriya komkujiyeke mezin de man. Piştî ku hikumeta navendî xwe ji van herêman vekişand, tevgera me neçar ma dest li rewşê werde. Li hemberî dagirkerî û komkujiyên ji aliyê DAIŞ'ê ve dihate kirin û cîhanê lê temaşe dikir, tevgera me têkoşiya û bû hêviya gelan. Jİ ber ku di sala 2014'an de DAIŞ xurt bû û li Sûriye û Iraqê dewlet nikarîbûn li ber bisekinin. Lê belê tevgera me têkoşîn û berxwedan hînî dewletên ku ji ber DAIŞ'ê direviyan kir."

'EM NE ALÎGIRÊ ŞERÊ NAVBERA KURD Û EREBAN E'

Hakkarî işaret bi krîza li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî kir û got, krîz ancax bi diyalgo û danûstandinê, bi rêbazên çareseriyê bê çareserkirin. Hakkarî da xuyakirin ku tevgera PKK'ê ne alîgirê şerekî li Iraqê ye û wiha dewam kir: "Em destnîşan dikin ku krîza li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ancax bi diyalgo û danûstandinê were çareserkirin. Yanî ne bi şantaj û gefên dewletên cuda. Di vê pêvajoyê de gelên Kurd û Ereb gelekî êş kişandin. Ji ber vê yekê divê nekevin xefika dewletên cuda. Girîng e pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Em weke tevgera PKK'ê û Hêzên Parastina Gel mîna gelek caran niha careke din destnîşan dikin ku ne alîgirê şerekî li Iraqê ne. Em ê naxawzin di navbera Kurd û Ereban de şer derkeve. Di şerekî bi vî rengî de wê hem Ereb hem jî Kurd gelekî zerarê bibînin. Ji ber vê yekê em alîgirê jiyaneke havpar a li ser bingeheke demokratîk, wekhev, azadî û biratiyê ya gelan e."

'KRÎZA LI IRAQÊ BI DIYALOG Û DANÛSTANDINÊ ÇARESER DIBE'

Hakkarî anî ziman ku êrîşa hikumeta navendî ya Iraqê ya 16'ê Cotmehê ku bi hinceta referandûma 25'ê Îlonê li dijî Kerkûkê hate kirin, çareserî bi xwe re neanî, lê krîz kûrtir kir. Hakkarî destnîşa kir ku ji bo aştî û aramiya li Iraqê pêwîstî bi diyalog û danûstandinê heye û ew bawerin pirsgirêk ancax bi vî rengî çareser bibin. Hakkarî got, "Divê hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê nekevin xefika hêzên mêtinger-faşîst ên derve. Divê li gorî polîtîkayên faşîst ên dewletên derdorê tevnegerin."

'SALA 40'Î YA PKK'Ê WÊ BIBE SALA AZADIYÊ YA MIROVAHIYÊ'

Endamê Fermandariya HPG'ê ya Mexmûr-Kerkûkê Yaşar Hakkarî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sala 40'î ya PKK'ê wê ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bibe sala azadiyê.