'Çareserî li Moskowa û Washîngtonê nîne, çareserî Ocalan e'

Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir ku Tirkiye di demeke zehmet re derbas dibe û got, "Çareserî Moskowa û Washîngton nîne, çareserî Ocalan e."

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 21 sal e li Girava Îmraliyê tê ragirtin, bi aqilekî rasyonel, ji bo pirsgirêk bi rêyên aştiyane bên çareserkirin, gelek hewldan kirine û got: “Rewşa Tirkiyeyê ya niha ne baş e. Ji bo rewş ber bi başiyê ve biçe, divê Tirkiye navnîşana xwe biguhere. Navnîşan ne Moskowa û Washington e. Navnîşan Birêz Ocalan e, divê dewlet jî di vê mijarê de cidî tevbigere.”

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Bi tecrîdê krîza aborî, şerê li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navin jî giran dibe. Ocalan di 2'ê Adarê de bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan peyam şand û dîsa ji bo çareseriya demokratîk maseya sê pî pêşniyar kir. Têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên desthilatariyê yên li Sûriye û polîtîkaya penaberan Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ji ANF’ê re nirxand.

‘NAVNÎŞANA PIRSGIRÊKAN ÎMRALI YE’

Ocalan anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan bi hemû giraniya xwe berdewam dike û wiha axivî: “Li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîd demeke dirêj e berdewam dike. Ji sala 2011’an heta niha ev 9 sal in, dewletê nedihişt parêzerên biçin cem. Ji bo vê grevên birçîbûnê çêbûn. Bi hezaran siyasetmedar û welatî ketin grevê. Di encama vê berxwedanê de sala 2019’an parêzer 5 caran çûn Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Birêz Ocalan di van hevdîtinan de helwesta xwe jî nîşan da. Navnîşana çareserkirina pirsgirêka Kurd jî diyar kir.” 

‘NÊZÎKATIYA DEWLETÊ YA LI DIJÎ OCALAN STRATEJÎKE’

Ocalan bal kişand li ser şewat li Îmraliyê û wiha pê de çû: “Di 27’ê Sibatê de li Giravê şewatek derket. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di bernameyeke televîzyonê de bi awayekî nedixwest bêje got ku li Îmraliyê şewatek derketiye. Valiyê Bursayê jî di vê mijarê de daxuyaniyek da. Li dû wê, li Rojava, Başûr, Bakurê Kurdistan û Ewropayê gelek hewldan çêbûn û gel nerazîbûna xwe nîşan da. Li ser vê hevdîtin çêbû. Birayê Birêz Ocalan çû giravê. Ji me re hat gotin ku rewş, moral û tendirustiya Birêz Ocalan baş xuya dikir. Mixabin nêzîkatiya dewletê ya li hember Birêz Ocalan her tim stratejîk e. Carinan tecrîd bi salan berdewam dike, carinan dema hewcedar dibe ev hevdîtin pêk tên. Birêz Ocalan jî her tim di hevdîtinên xwe de dibêje ku divê Komara Tirkiyeyê bi erzanî nêzî wî nebe.” 

‘OCALAN JI BO MUZAKEREYAN AMADE YE’

Parlamenter Ocalan da zanîn ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk û aştiyane were çareserkirin, Birêz Ocalan li wir ji bo muzakereyan amade ye û wiha dom kir: “Di nav gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn de her kes û dewlet jî bandora Birêz Ocalan dizane. Di navbera salên 2013-2015’an de jî xuya bû. Hinek hevdîtin çêbûn. Heyetek hat avakirin. Du salan çûnûhatin çêbûn. Herî dawî 28’ê Sibata 2015’an li wê derê Mutabaqateka Dolmabahçe pêk hat. Lê mixabin, li dû wê serokkomar ev mutabaqat red kir, qebûl nekir. Piştî wê şerekî giran dest pê kir. Birêz Ocalan wê demê di hevdîtinên xwe de jî digot. Ji heyetên diçûn cem re digot, ‘Divê bingeha zagonê ya van hevdîtinan amade bikin. Eger neyên amadekirin wê di pêşerojê de cezayên giran li we bibirin.’ Ev tişt paşê derketin holê. Dewlet jî hewce ye li gor aqilekî rasyonel tevbigere. Lê mixabin tiştên em niha dibînin, ew e li holê aqil jî nemaye. Nêzîkatiyeke erzan li hember Birêz Ocalan tê meşandin.”  

‘HEVDÎTIN BI NIRX Û DÎROKÎ NE’

Ocalan bilêv kir ku di 2'ê Adarê de ku Ocalan bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan peyam şand û dîsa ji bo çareseriya demokratîk maseya sê pî pêşniyar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hevdîtina bi Ocalan re bi nirx û dîrokî dibînin. Pêwîst ev hevdîtin her tim bidomin. Li gor zagonên Tirkiyeyê ev hevdîtin mafên Birêz Ocalan in. Ev mafên Birêz Ocalan bi deh salan hatine xespkirin. Parêzerên Ocalan 8 salan nikarîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Mixabin nêzîkatiya dewletê vê gavê bi vî rengî ye. Em weke hewcedariyekê dibînin ku gel jî di pêşerojê de bertek nîşan bide, rewşa Birêz Ocalan û tendirustiya wî ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn girîng e. Li Îmraliyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan amadekariyeke mezin dike. Aloziya Tirkiye û Rojhilata Navîn têde ye berdewam dike û berfireh dibe. Tirkiye heta pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser neke bi her awayî wê rastî aloziyan bê, her wiha di qada navneteweyî de jî wê nikaribe dengê xwe derxe û bide bihîstin.”

‘NAVNÎŞAN NE MOSKOWA Û WASHINGTON E’

Ocalan li ser hewldanên Tirkiyeyê yên li Rûsya û Amerîkayê jî axivî û got: “Me di parlamentoyê de jî anî ziman û me got, ‘Eger tu zilmê li ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd bimeşînî, tu nikarî mafên Tirkên li Çînê biparêzî. Tu nikarî li hemberî Îsraîlê behsa mafên gelê Filistînê bikî.’ Weke her dewletekê divê Tirkiye jî mafên gelê Kurd qebûl bike. Bi salan e mafên gelê Kurd hatine tinekirin, rêberên wan hatine qetilkirin. Birêz Ocalan ê ev 21 sal e li Girava Îmraliyê tê ragirtin, bi aqilekî rasyonel, ji bo pirsgirêk bi rêyên aştiyane bên çareserkirin, gelek hewldan kirine. Di berhemên xwe yên nivîsandine de jî bi awayekî zelal vê eşkere dike. Rewşa Tirkiyeyê ya niha ne baş e. Ji bo rewş ber bi başiyê ve biçe, divê Tirkiye navnîşana xwe biguhere. Navnîşan ne Moskowa û Washington e. Navnîşan Birêz Ocalan e, divê dewlet jî di vê mijarê de cidî tevbigere.  Rûsyayê bi xwe jî daxuyaniyek da û got ku dema Efrîn hat dagirkirin, piraniya wan Kurd nêzî 250 hezar kes hatin koçberkirin. Li Serêkaniyê û Girê Spî jî 135 hezar-150 hezar mirovên Kurdên Rojava ji Kurdistanê hatin derxistin, bûn penaber.” 

‘HEBÛNA XWE DI TINEBÛNA KURDAN DE DIBÎNE’

Ocalan bal kişand li ser polîtîkayên deshilatdariyên yên li Kurdistanê û ev tişt got: “Li Tirkiyê 31’ê Adara 2019’an hilbijartin jî bi rengekî çêbûn. HDP’ê gelek şaredarî jî bi dest xistin. Gelê Kurd li Kurdistanê îradeya xwe nîşan da. Lê mixabin gelek hevşaredar niha di zindanan de ne. Dibe ku dewlet dibêje, ‘Bi vî awayî min HDP tengav kiriye.’ Lê belê ev ji bo pêşerojê xeteriyeke pir mezin e. Niha zilm û êrîşeke mezin li ser gel dimeşîne. Dibe ku niha li hember vê bêdengiyek heye, lê di demên pêş de wê Komara Tirkiyeyê winda bike. Hilbijartineke li derveyî nirxên demokratîk û newekhev çêdibin, tevî vê jî gel bi ser dikeve, îradeya xwe nîşan dide, lê dewleta Tirk di bin navê qeyûm de mêtinkariyeke mezin li ser gelê Kurd dimeşîne. Kurdan weke welatiyên xwe nabîne. Dê ev êrîş û zext di pêşerojê de di hafizeya, gelê Kurd, zarok û ciwanên Kurd de xuya bikin. ev her wiha hafizeya Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Kerkûkê ye. Dagirkirina navçe û bajarên bi sedhezaran kes têde, hafizeyekê di gelê Kurd de çêdike. Bi kuştin, qetilkirin û şîdetê pirsgirêk çareser nabin. Herî zêde çend salan were paşdexistin, lê di pêşerojê de wê derkeve pêşiya wê. Gelê Kurd daxwaza mafên xwe yên rewa û demokratîk dike. Komara Tirkiyeyê ji bo gelê Tirk çi dixwaze, gelê Kurd jî wan mafan dixwaze. Dixwaze li erdnîgariya xwe weke civakek azad bi ziman û çanda xwe bijî. Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn li her cihekî serketina Kurdan ji bo xwe weke windahî dibîne, hebûna xwe di tinebûna Kurdan de dibîne. Ev paradokseke mezin e ya sed sal e berdewam dike. Ji sala 1920 heta 1923’yan Kurdan û gelên li Tirkiyeyê pêkve şerek meşandin. Paşê bi lîstikan Kurd hatin xapandin. Li dû wê serhildan çêbûn. Şêx û Meleyên Kurdan ji van serhildanan re pêşengî kirin, lê hatin tesfiyekirin.” 

‘TÊKOŞÎNA KURDAN HER KU ÇÛ MEZIN BÛ’

Ocalan destnîşan kir ku ev 40 sal e di navbera Komar Tirkiyeyê û PKK’ê şerek heye û got: “Ev nehat têkbirin û her çû mezintir bû. Tirkiye ji vê pir aciz e. Tirkiye Kurdekî bi îrade naxwaze. Kurdekî, bêîrade, bêmane dixwaze. Timî dibêjin, ‘Kurdek dikare bibe serokkomar, parlamenter, mamoste, doktor.” Em jî dibêjin, ‘Rast e, lê dema dibe serokkomar û parlamenter hûn naxwazin cewhera Kurdîtiyê têde bimîne.’ Dibêjin bila dest ji Kurdbûna xwe, têkoşîna xwe berde dikare bibe her tişt. Ev tişt êdî ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin. Niha hinek dixwazin bi rêya Îslama nerm dawî li Komara Tirkiyê bînin. Dixwazin êdî şeklê komarê biguherin,  komareke nû ava bikin. Di vir de divê Kurd li ser nuqteya netewetiyê bibe yek. Dema Kurd bibin yek wê Tirkiye neçar bibe gav biavêje. Dema Kurd bandora xwe çêbikin wê lihevkirinek çêbibe. Tifaq û yekîtî wê Tirkiyeyê neçar bike. Her wiha çareseriya Pirsgirêka Kurd, pêşiya Tirkiyeyê wê veke. Tirkiye bi Kurdan dikare mezin bibe. Lê çiqasî bi Kurdan re pev biçe û şer bike wê biçûk bibe.” 

‘HINCET IDLIB E, ARMANC KURD IN’

Ocalan li ser polîtîkayên deshilatdariyê yên li Sûriyeyê jî axivî û wiha got: “Şerê li Idlibê jî ji bo ji bo pêşî li Kurdên li Sûriyeyê bê girtin hat pêşxistin. Ji hemû cîhanê terorîst di ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê hatin kirin. Van çeteyan di 7-8 salan de komkujiyên mezin pêk anîn. Jinên Kurd ên Êzidî li bazarên Mûsilê hatin firotin. Serê mirovan hatin jêkirin, bi mîlyonan mirov bûn penaber. Bi sedhezaran mirovan hatin qetilkirin. Di vê de para Tirkiyeyê heye. Qumarek lîst, ket nav xewn û xiyala dewleta Osmanî de. Li vê cîhanê û Rojhilata Navîn Kurd jî hene û pêş ketine. Daxwaza mafên xwe dikin. Di pêşerojê de jî hewce ye tifaq û yekîtiya wan xurttir bibe. Di siyaset û civaka Tirkiyeyê de jî bandora xwe çêbikin da ku çareserî pêk were.”  

‘NIRXÊ MIROVAHIYÊ LI DERVE MA YE’

Ocalan da zanîn ku ser sînorê Tirkiye û Yunanîstanê nirxê mirovahiyê li derve hatiye hiştin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hember penaberan mixabin qirêj e. Ji bo berjewendiyên xwe çi zarok, çi îxtiyar, çi jîn penaberan li hember Ewropayê bi kar tîne. Heta niha 3 penaber bi guleyan hatine qetilkirin. Mixabin nirxên mirovatiyê li derve hatine hiştin. Tirkiye van bi zanebûn dike. Ev penaberên ji ber şerê li Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê ne niha hatine. Bi salane li Tirkiyeyê dijîn. Di vê mijarê de Tirkiye û Ewropayê heta demekê li hev jî kiribûn. Gelek alîkarî jî ji Ewropayê wergirt. Lê niha li Idlibê hesab û windahiyên mezin dide. Ji ber vê penaberan li hember Ewropa bi kar tîne. Qaçaxçîtî û bazariya mirovan dike. Ev bûye amûrekî xerab ê siyasetê. Mafê mirovan ku bi nirx e, Tirkiye niha ketiye rewşeke êdî nizane çi bike. Heta niha digot, ‘Ew kes ensar in, Misilman in, deriyê me ji wan re vekiriye. Em nirxên mirovan diparêzin.’ Lê niha bi sedhezaran mirovan rê dikin sînorên Ewropa. “