Çar partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li hev civiyan

Serokên Goran, Komîsyona Demokrasî û Edaletê, Yekgirtû û Komela Îslamî yên li Silêmaniyê li hev kom bûn peyama; “ Em ê ji bo hilbijartinek paqij, bê pirsgirêk û vîna gel bi awayekî rasteqîne nîşan bide bi israr in.”

Ji partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê Tevgera Goran, Komîsyona Demokrasî û Edaletê, Yekgirtû Îslamî û Komela li Navenda Giştî ya Komîsyona Demokrasî û Edaletê hatin ba hev.

Serokê Tevgera Goran Omer Seyid Elî, Serokê Hevpeymana ji bo Demokrasî û Edaletê Dr. Berhem Salih, Emîrê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr û Emîrdarê Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn civiyan.

Piştî hevdîtinê daxuyaniya hevbeş ji aliyê Berdevkê Hevpeymana ji bo Demokrasî û Edaletê Dr. Rêbwar Kerîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Di derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, li ser projeyekî niştîmanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêka rewşa xelkê, parastina mafê destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê û welatiyên Iraqê rawestiyan. Ji bo hilbijartinekî paqij, bêpirsgirêk û îradeya rasteqîn a gel nişan bide bi israr in."

Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin ku wê herçar hêz guftûgo, hemahengî, hevkarî û karên hevbeş berdewam bikin.