Çalakvanên li ketina Wertê hatin astengkirin daxuyaniyek da

Girseya gel ku ji Ranya ber bi Zînî Wertê ve derketibû rê û li bajaroka Serkepkan a li daketina Geliyê Wertê hatibû astengkirin, daxuyaniyek da û gotin: “çalakiyên me heta ku pirsgirêk çareser dibe, wê bidomin” hat dayîn.

Komek parlamenterên kevin, pêşmergeyên dêrîn, siyasetmedar, kesayetên serbixwe û gelê herêma Raperîn, plan kiribû ku îro biçin Zînî Wertê û ji hêzên leşkerî bixwazin ji herêmê vekişin. Lê girseyên ku ji Silêmanî û herêma Raperîn derketibûn rê, ji aliyê asayîşê ve hatibûn astengkirin.

Welatiyên ku di nava wan de rewşenbîr jî hebûn, karîbûn ji Ranya xwe bigihînin bajaroka Serkepkan a girêdayî Îdareya Raperîn ku dikeve destpêka Geliyê Wertê.

Girseya gel saed di 13.20’an ji vir xwest ku biçe Zînî Wertê, lê li nava bajarokê li noqteya asayîşê hat astengkirin. Li ser vê yekê nûnerên girseyê bi rayedarên asayîşê re dest bi hevdîtinê kirin.

DIXWAZIN PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE

Li ser astengkirinê girseya gel daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê Înîsiyatîfa Çalakiyê Hewrê Kastro axivî û diyar kir ku Zînî Wertê ji bo hemû Kurdan girîng e, lewre wan weke komek rêxistinên sivîl, li gel welatiyên herêmê xwestiye ev pirsgirêk çareser bibe.

‘DAXWAZA ME ALOZÎ BI AWAYEKÎ SIVÎL ÇARESER BIBE’

Kastro destnîşan kir ku peyama wan aştî ye û wiha dom kir: “Me beriya niha li gel welatiyên herêmê daxwaza xwe ragihandibû Wezareta Pêşmergeyan. Lê bersiv nehat dayîn. Gava duyemîn ku me xwest bavêjin jî ew bû ku bi beşdariya hemû aliyên siyasî em çalakiyek berfireh û serbixwe lidar bixin û peyama xwe bidin. Daxwaza me ew e ku ev alozî bi awayekî medenî çareser bibe.”

‘HINCETA ASTENGIYÊ KIRIN KORONA, LÊ EV NE RAST E’

Kastro, bibîr xist ku wan xwestiye îro biçin Zînî Wertê û vê peyama xwe bidin, lê li hemû deverên ku welatî derketine rê, asayîşê astengî derxistiye. Kastro diyar kir ku hinceta virûsa Korona tê nişandan, lê ev rast nîne û got: “Em niha di rewşeke wisa de ne ku nikarin li vir çalakiyek medenî jî pêk bînin. Em naxwazin herêma me aloztir bibe. Jixwe rewşa herêmê nebaş e.”

BANG

Hewrê Kastro di dawiya axaftina xwe de bang li Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê kir ku rewşê asayî bikin. Hewrê Kastro got ku heta pirsgirêk tê çareserkirin wê çalakiyên wan berdewam bikin.

‘ASTEGNÎ NÎŞA DIDE KU ŞANDINA HÊZAN DI DESTÊ PDK Û YNK’Ê DE YE’

Piştre endamê înîsiyatîfa çalakiyê Nesîp Harip jî bersiva rojnamevanan da. Li ser pirsa têkildarî astengkirinê Harip got: “Vê rêgiriya çalakiyê nîşan da ku di şandina hêzên li Zînî Wertê de destê PDK û YNK’ê heye.”

Piştî daxuyaniyê, girseya gel paşve vegeriya.