Çalakiyên ji bo bîranîna fedaiyan: 15 dagirker hatin cezakirin

HPG: Hêzên me ji bo silavkirina çalakiya bi heybet a peşengên fedaî yên Tabûra Nemiran hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn gelek çalakî kirin. Di encamê de 15 dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin û derb li 2 çeperan hate xistin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji çiyê heta bi metropolan şerê hebûn û azadiyê li her derê bi xurtî dimeşînin. Hêzên me ji bo silavkirina çalakiya bi heybet a pêşengên fedaî yên Tabûra Nemiran hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn gelek çalakî kirin. Di encama çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn. Her wiha kamerayeke mobesse hate îmhakirin, derb li 2 çeperan hate xistin."

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

5'ê Cotmehê saet di 09:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Cotmehê saet di 14:30 û 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Cotmehê saet di 12:00 û 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

5'ê Cotmehê saet di 14:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

5'ê Cotmehê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hat xistin, dagirkerek hate cezakirin.

5'ê Cotmehê saet di 21:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çalakiyeke koordîneyî ji du baskan ve hate kirin. Di encama çalakiya bi çekên giran de 5 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Hate tespîtkirin ku yek ji dagirkerên hatin cezakirin Ahmet e.

6'ê Cotmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî bi çekên nîv otomatîk û çekên giran hate kirin. Di vê çalakiyê de jî 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn. Her wiha bi sekvaniyê kamerayeke mobesse hate îmhakirin, derb li çeperekê hate xistin.

Li herêma Metînayê;

4'ê Cotmehê saet di 11:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

4'ê Cotmehê saet di 11:20'î de li Qada Berxwedanê ya Çarçelê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Piştre bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin. Piştî van çalakiyan dagirkeran xwe bi astekê vekişandin.

5'ê Cotmehê saet di navbera 20:30 û 21:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên ferdî û nîv otomatîk dest li liv û tevgera helîkopteran hate werdan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5'ê Cotmehê 5 caran bi droneyên bi teqemeniyan hatin bombekirin.

6'ê Cotmehê herêma Zapê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

5'ê Cotmehê herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi topan hatin bombekirin."