Çalakiya nobedê ya li Kerkûkê bi dawî bû

Çalakiya nobedê ya ji bo balkişandina tecrîda li ser Ocalan bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

Çalakiya nobedê ya ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Baxçeyê Kelehê ya li Kerkûkê bi daxuyaniya çapemeniyê ve bidawî bû. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Azadî, Tevgera Jinên Azad û Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê di 5’ê Gulanê de hatibû destpêkirin.

Kurd, Ereb û Tirkmenên li Kerkûkê, YNK, Goran, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Partiya Komunîst a Iraqê û Navenda Zerduştiyan a Kerkûkê ji bo piştgiriyê hatin serdana çalakiyê.

Aso Mihemed daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku bi dîlgirtina Ocalan re xwestin gelê Kurd li Rojhilata Navîn nebin xwedî statu û got: “Lê bi berxwedana zindanê ya Rêber Apo û têkoşîna gelê Kurd vê plana dagirkeran pûç bû. Tevgera Apoger îro li çar parçeyê Kurdistanê li dijî dagirker û dijminên gelê Kurd têdikoşe.”

Mihemed bal kişand ser vî tiştî ku, Ocalan 18 sal in di zindanê de ye û tecrîda giran li ser wî ye û got: “Em vê polîtîkaya qirêj û bi xeter a dewleta Tirk lanet dikin. Di serî de CPT em helwesta saziyên navneteweyî yên di vî warî de jî şermezar dikin. Em vê tecrîdê qebûl nakin.”

Piştî Mihemed Hevseroka Kerkûkê ya Tevgera Azadî Rîhan Himadî jî diyar kir ku wê çalakiyên wan ên ji bo Ocalan bidomin.

Meşa girseyî ya ku piştî daxuyaniyê wê bihata kirin, ji ber barana zêde ya li bajêr, pêk nehat.