Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 615'an de ye

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Riha hatin qetilkirin têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, bal kişand ser pêwîstiya sîstemeke mirov û civakê.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9’ê Adara 2021’an û vir ve çalakiya xwe li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike.

Malbat ji ber sedema ku dawiya hefteyê edliye hatiye girtin, çalakiya xwe di roja 615 'emîn de li mala xwe ya li Pirsûsê domandin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kirin: "Hê jî li erdnîgariya me mirov têne kuştin û em bûne civakeke ku vê asayî dibînin. Divê guhertin û pêşketin beriya aboriyê di nava gel û civakê de pêk were. Têkoşîna me ew e, ku em bi rengekî bi rûmet bijîn û bidin jiyîn."