Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê di roja 11. de ye

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê ku greva birçîbûnê lê didome, girtiyek hat sirgûnkirin. Girtiyan biryar dan ku wê çalakiyê bi rengê komên 6 kesî bidomînin.

Greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger a ku di 21’ê Sibatê de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê hatibû destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike.

Girtiyan biryar dan ku greva birçîbûnê ya ku bi rengê komên 3 kesî û dorvegera 5 rojaî dabûn destpêkirin, bi rengê komên 6 kesî bidomînin. Girtiyê bi navê Mehmet Şerîf Acar, Azad Gurbuz, Abdurrahman Şîmşek, Huseyîn Alî, Serhat Bogaakça û Vedat Koyûncû dest bi çalakiya greva birçîbûnê devr girtin.

GİRTİYEK HAT SİRGÛNKİRİN

Di demekê de ku çalakiya birçîbûnê dewam dike, rêveberiya girtîgehê di 25'ê Sibatê de girtiyê bi navê Îlhamî Îşî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Îslahiyeyê kir.