‘Çalakgerên grevê yên Kalkandere nayên tedawîkirin’

Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, girtiyên di greva birçîbûnê de, sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û rêveberiya girtîgehê xwarina zarokan (mame) bi 50 TL difiroşe girtiyan.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, 3 hezar girtiyên li girtîgehan û gelek siyasetmedarên Kurd ên derve ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, piştî hevdîtina parêzeran a 8 salan, li ser banga Ocalan di 26’ê Gulanê de bi dawî bû. Bidawîkirina greva birçîbûnê ya piştî banga Rêberê Gelê Kurd Ocalan, li Kurdistan, Tirkiye û ji derveyî welat rastî coşek mezin a gelê Kurd hat.

Piştî çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû û çalakvan rakirin nexweşaneyan. Li gelek girtîgehên Tirkiyê rêveberiya girtîgehan çalakvan ranekirin nexweşxaneyê û çalakvan nehatin dermenkirin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê ye. Girtiyê bi navê Veysel Guler ê ku ji 5’ê Çileyê ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bû û di 26’ê Gulanê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku tu girtiyên li Kankandereyê nehatine tedawîkirin û banga hestiyarê li raya giştî kir.

‘ÇALAKGER NAYÊ TEDAWÎKIRIN’

Xalkê Veysel Guler, Yaşar Guler ê ku bi xwarziyê xwe re axivî û ev agahî bi ajansa me re parve kir. Guler anî ziman ku piştî çalakî bi dawî bû bûye girtiyên li Girtîgeha Kankandereyê nehatine tedawî kirin û got: “Xwarziyê min di 5’ê Çileyê de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de. Her wiha xwarziyê min weke her çalakgerekê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dawî li çalakiya xwe anî. Piştî dawî li çalakiyê anî û bi hevalên xwe yên li girtîgehê re nayê tedawî kirin. Tenê sê derman ên weke B1 dane girtiyan. Her wiha rêveberiya girtîgehê xwarina zarokan (Mama) bi 50 TL difiroşe girtiyan. Girtiyên pereyê wan tuneye nikarin vê xwarina zarokan bistînin. Rewşa girtiyên li Kankandere xirabe û divê rojek berî rojekê werin tedawîkirin.”

‘GIRTIYAN TERKÎ MIRINÊ NEKIN’

Guler da zanîn ku xwarziyê wî di sala 2012’an de ji li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 68 rojan di çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de maye û got: “Gelek nexweşiyê xwarziyê min Veysel hene û divê lezgîn bê tedawîkirin. Ez bang li wekîl, parêzer û saziyên Mafê Mirovan dikim ku li girtiyan xwedî derkevin û wan terkî mirinê nekin. Divê rojek berî rojekê çalakvanên li Kalkandere rakin nexweşxaneyê û bên tedawîkirin.”