7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Gezgor hate birîn

Narîn Gezgor a ku li Amedê dihate darizandin, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Komeleya Jinan a Rosayê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin, Narîn Gezgor a ku di 8’ê Hezîranê de berê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû berdan, rûniştina biryarê ya doza wê hate kirin.

Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn hate kirin. Gezgor tevlî rûniştinê nebû. Parêzerên wê Elîf Tîrenç Ûlaş û Semra Balyan tevlî rûniştina dozê bûn.

Parêzeran diyar kirin ku îfadeya şahidê veşartî ya ku li ser Gezgor îfade daye, li gorî ûsûlê hate nehatiye stendin û tiştên ku şahidên veşartî dibêje jî xwe naspêrin tiştên rast.

Heyeta dadgehê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ceza da Narîn Gezgor.