7 girtî hatin sirgûnkirin

Li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê 7 girtiyên siyasî sirgûnî girtîgehên din hatin kirin.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê sirgûnî girtîgehên din kirin. Her wiha hat diyarkirin ku di nav girtiyan de girtiyên nexweşên kronîk ên ku 30 sal in di girtîgehê de ne û piştî 2-3 mehan dê bên berdan jî hene.

Girtiyên hatine sirgûnkirin wiha ne:“Mûrat Yildirim 13 sal in di girtîgehê de ye, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Yozgatê hate kirin. Selîm Acar 26 sal in di girtîgehê de ye û sirgûnî girtîgeha Tîpa T a Yozgatê hate kirin. Vedat Bakir 30 sal in di girtîgehê de ye û sirgûnî Girtîgeha Sungurlu ya Yozgatê hate kirin. Abdullah Çelîk 27 sal in di girtîgehê de ye, Şevket Şeker 30 sal in di girtîgehê de ye û sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê hate kirin, Azad Baltaş 20 sal in di girtîgehê de ye û sirgûnî Girtîgeha Afyonê hate kirin, Yakûp Brûkanlı (Ji Rojhilate û 10 sal in di girtîgehê de ye) sirgûnî Girtîgeha Eregliyê hate kirin.

Hat diyarkirin ku ji bo serbestberdana Şevket Şeker û Vedat Bakir ên 30 sal in di girtîgehê de girtî ne, demek kurt 2-3 meh heye.