6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li parlamenterê HDP'ê hate birîn

Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" dihate darizandin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Amedê pêk hat û der heqê wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul biryar hate dayîn.

Parlamenter Bulbul tevlî rûniştinê dozê nebû, lê parêzerê wî li salona dadgehê amade bû.

Dozger xwest wekîlê HDP'î bê girtin, lê parêzer li ber vê yekê rabû û xwest muwekîlê wan bê berdan.

Lê belê heyeta dadgehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li parlamenterê HDP'ê birî.

Wekî din heyetê xwest ku biryar ji Sekreteriya Giştî ya Meclîsê û Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Dadê re bê şandin.

Piştî biryarê Kemal Bulbul ji bo cezayê zindanê yê ku jê re hatî dayîn nivîsek li ser hesabê xwe yê Twiter weşand û got "siyasî ye, ne hiqûqî ye."