6 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin

6 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Konya Seydîşehîrê dimînin dest bi rojiya mirinê kirin. Ji girtiyên ku li gel malbata xwe axivîn Yilmaz Ûçar diyar kir ku li gel 5 hevalên xwe li dijî êşkenceyê dest bi rojiya mirinê kirine.

Girtî Yilmaz Ûçar, beriya 5 sal û 6 mehan bi îfadeya şahidekî nepen bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û beriya 2 salan jî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê êşkence lê hatibû kirin û di êşkenceyê de serê wî şikiyabû. Serê wî bi 15 kêliyan hatibû dirûtin. Piştî vê êşkenceyê bi 5 hevalên xwe re sewqî Girtîgeha Tîpa T a Konya Seydîşehîrê hatibû kirin.

Di teketina girtîgehê de lêgerina tazî li wan hatibû ferzkirin û hatibûn derpkirin. Hemû giliyên ku têkildarî vê derpkirinê kirin jî bê encam man. Ûçar, beriya niha ragihandibûn ku li girtîgehê tundî û îşkence li wan tê kirin. Di axaftina dawîn ku bi telefonê bi malbata xwe re kir de ragihand ku li dijî tundî û êşkenceya ku li wan tê kirin, bi 5 hevalê xwe re dest bi rojiya mirinê kirine.

Birayê Ûçar Hekîm Ûçar, diyar kir ku 2 sal in li girtîgehê tundî û êşkence li kekê wî tê kirin û wiha got: “Bêyî ku agahî bidin me kekê min ji Girtîgeha Girtîgeha Tîpa T a Wanê birin Girtîgeha Tîpa T a Konya Seydîşehîrê. Di têketina vê girtîgehê de lêgerîna tazî û êşkence lê hat kirin. Ev 2 sal in ev îşkence nesekiniye. Kekê min got ku her sibehê gardiyan gef li wan dixwin ku bi tekbîran hejmara xwe bidin. Kekê min û hevalên xwe ku ji ber ku li dijî vê pêkanînê dertê timik cezayê hecreyê li wan tê birîn û êşkence li wan tê kirin. Kekê min hefteyek berê geriya û got ku êdî tundî û êşkenceyê tehmûl nakin û li dijî vê dest bi rojiya mirinê dikin û xwest ku dengê wan bê bihîstin.”

Ûçar, diyar kir ku ji wan re hatiye ragihandin ku kekê wî û 5 hevalên xwe li girtîgehê dest bi rojiya mirina kirine û got: “Em ji vê êşa ku ewqas bi me tê jiyandin re dibêjin ‘êdî bes e’. Em bang li raya giştî û Komeleya Mafê Mirovan dikin ku ji bo vê rewşê hestiyar tevbigerin. Rojek berê dema ku kekê min li me geriya, berî ku em dest bi axaftinê bikin telefon hat birîn. Herî dawî kekê min got, ‘dema em li we negiriyan zanibin ku tiştên nebaş tên kirin’. Em bang dikin ku parlamenter û hiqûqnas biçin girtîgehê û lêkolîn bikin.”