500 hezar kes li Barcelonayê daketin kolanan

Li bajarê Barcelona yê herêma xweser a Katalonyayê, li dijî doza li Madrîdê ku alîgirên serxwebûnê lê tên darizandin, 500 hezar kes daketin kolanan.

12 rêveberên Katalan ên alîgirê serxwebûnê, ji ber ku Cotmeha 2017'an serxwebûn ragihandin, hefteyeke li Madrîdê tên darizandin.

Li dijî vê darizandinê roja Şemiyê li Barcelonayê xwepêşandaneke hate lidarxistin. Li gorî polîsan 200 hezar kes, li gorî organîzatoran jî 500 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn.

Meş ji aliyê partiyên siyasî û komeleyên alîgirê serxwebûnê yên Katalan ve hate organîzekirin. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Diyarkirina çarenûsa xwe sûc nîne" û "Azadî ji girtiyên siyasî re" hatin hildan.

Meş, çar roj piştî destpêkirina doza li Madrîdê pêk hat. 12 rêveberên alîgirê serxwebûnê, ji ber ku bi rengekî yekalî serxwebûn ragihandin tên sûcdarkirin ku fonên cemaweriyê ji bo nebaşiyê bi kar anîne û rê li ber raperînê vekirine. Tê xwestin ku ji 7 heta 25 salan bên cezakirin. Tê payin ku doz sê mehan bidome.