5 Êzidî li Dêra Zorê hatin rizgarkirin

Pênc Êzîdiyên ku Tebaxa 2014’an dîl ketibûn destê DAIŞ’ê li Dêra Zorê ji hêla şervanên YJŞ, YPJ’ê ve hatin rizgarkirin.

Hacî Qasim, Dexîl Tehlo, Sema Meran Ehmed, Mîan Ezîz Hesen, Ebdullah ên di fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê dîl hatin girtin, ji hêla YJŞ’ê ve li herêma DAIŞ’ê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Êzîdiyên ku ji hêla YJŞ’ê ve hatin rizgarkirin radestî malbatên wan kirin.

Piştî ku rizgarkirina van 5 kesan, Meclîsa Şengalê û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidxanê (TAJÊ) ew li Baxçeyê Rêber Apo û goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan gerandin û piştre ew radestî malbatên wan hatin kirin.

Li ser navê Meclîsa TAJÊ Pakîze Celal Mirad dema ku 5 dîlgirtî radestî malbatan hatin kirin axivî. Mirad kêfxweşiya xwe ya ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan anî ziman, destxweşî li şervanan kir ku dîlgirtî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Mirad malavayî da şervanên YJŞ, YPJ û QSD’ê.

Piştî Mirad, li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Qehta Xelîl axivî. Xelîl jî kêfxweşiya xwe ya ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan kir, malavayî da şervanên YJŞ, YPJ’ê û got heke ne ji têkoşîna şervanên YJŞ’ê bûya, bi milyonek dînar jî wan wê nikarîbûna dîlgirtiyên xwe xilas bikirana.

Li ser navê malbatan dîlgirtiyên jî axaftin hatin kirin. Malbatan jî kêfxweşiya xwe diyar kirin û destxweşî dane şervanên YJŞ, YPJ’ê ku dîlgirtiyên wan ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û serkeftin ji şervanan re xwestin.