4 meh in cenazeyê keça wan nadin

Kûtsiye Eryilmaz diyar kir ku êşkence li cenazeyê keça wê gerîlaya YJA Starê Zehra Eryilmaz kirine. Eryilmaz got, "Eger cenaze nedin ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim."

Yek ji 5 gerîlayên di 8'ê Kanûna 2019'an de li herêma Şenyaylayê di şer de şehîd bûn Zehra Eryilmaz e. Cenazeyê Eryilmaz bi mehane nadin malbata wê. Malbata Eryilmaz li avahiya ÎHD'ê ya Amedê civîneke çapemeniyê li ser mijarê li dar xist. Dayika wê Kûtsiye Eryilmaz, Serokê ÎHD'ê yê Amedê Abdûllah Zeytûn û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran tevlî civînê bûn.

'ÊŞKENCE LI CENAZEYÊ KEÇA MIN KIRIN'

Eryilmaz diyar kir ku ji bo teşhîskirina cenazeyê keça xwe beriya 4 mehan çû Meletiyê û got, "Destpêkê li ser kompûterê wêneyên cenazeyê keça min nîşan dan. Min jî israr kir ku ez dixwazim keça xwe bibînim. Dema çûm morgê û cenaze nîşanî min dan min ew nas nekir. Gelo çawa dibe ku dayikek keça xwe nas neke? Li ser rûyê dinyayê tiştekî ji vê êşê girantir heye? Êşkence li cenazeye keça min kiribûn. Nabe ku êşkence li kesekî bê kirin. Mirov hurmetê nîşanî miriyan didin. Rewşeke li derveyî mirovahiyê ye ku zaroka min xistine vî halî."

'EGER NEDIN EZ Ê BIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ'

Eryilmaz anî ziman ku di nava 6-7 rojan de bersiv jê re neyê dayin wê bikeve greva birçîbûnê ya bêdem.

Eryilmaz got, "Tevî ku 4 meh di ser re derbas bûn çima cenaze nadin? Gelo vê yekê bi zanebûn dikin?"

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Abdûllah Zeytûn jî diyar kir ku gelek serlêdan li wan hatiye kirin ku cenaze radestî wan nayê kirin.