Li Şirnexê 6 kesên hatin binçavkirin, li dadgehê serbest hatin berdan. Li Cizîrê jî ji 7 kesên 2 roj berê hatin binçavkirin jê 4 kes hatin girtin.
Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê polîsan di ser gelek malan de girt. Polîs û leşkeran di serdegirtinan de Şefik Ekici (27), Ali Ayan (21) û Yahya Işik (24) binçav kiribûn. Îro jî li Şirnexê kesên bi navê Abdullah Îşmar û Abit Akil û li gundê Toptepe Mehmet Gungen hatin binçavkirin. 6 kesan ku di nava 2 rojan de hatin binçavkirin pişti li 23'emin fermandariya cendirmeyan îfade dan sewqi dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya 6 kesan guhdar kir ew serbest berdan.
LI CIZÎRÊ JI 7 KESAN 4 KES GIRTIN
Li navçeya Cizîrê jî polîsan 2 roj berê di ser gelek malan de girt û 7 kes binçavkirin. Polîsan zarokê bi navê M.O yê 17 salî li midûriyetê serbest berda û 6 kes jî sewqî dozgeriyê kir. Dozger jî piştî li îfadeya Husnu Sungur (18) û F.K. (17) guhdar kir serbest berdan. Dozger kesên bi navê O.B. (17), Serhat Ozmen (18), Mesut Seven (22) û Ahmet Darga (27) bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê ji piştî li îfadeya 4 kesan guhdar kir bi îdîaya "Tevlî meşa bêdestûr bûne" biryara girtinê da û şandin girtîgehê."