'4'ê Nîsanê rojbûna mirovahiyê ye'

"4’ê Nîsanê, roja rojbûna Rêber Apo ye, rojbûna mirovahiyê û rojbûna tevahî jinan e. Wê rojê êdî gelê Kurd careke din ji xewa giran şiyar bû û berê xwe da serhildan û têkoşînê."

Gerîlaya YJA-STAR’ê Zeyneb bi hatina roja 4’ê Nîsanê hestên xwe ji me re par ve kir û got: “Ji bo me roja 4’ê Nîsanê tê wateya vejîna gelê Kurd. Ji ber eger Rêber Apo nehatiba jiyanê û ev têkoşîn nedaba meşandin wê gelê Kurd ji bindestiya xilas nebûya. Ew têkoşîna ku Rêber Apo dide meşandin ji bo tevahî jinan û tevahî gelê Rojhilata Navîn e. Ev roj ji bo me pir girîng e, em çiqas bixwazibin qala vê rojê bikin wê her kêm bimîne ancax em bi têkoşîna xwe azadiya Rêber Apo misoger bikin û vê rojê pêşwazî bikin. Êdî wê dirûşmeya me ne tenê rakirina tecrîda li ser Rêber Apo be, wê azadiya Rêber Apo be.”

Gerîlaya YJA-STAR’ê Zeyneb qala bandora Rêber Apo a li ser tevahî jinan kir û wiha domand: "Hatina Rêber Apo ya dunyayê ji bo tevahî jinan pêngavek bû, ji ber eger ne ji Rêber Apo ba wê jin her kole bimana û wê her tune bihatana dîtin. Yê ku hiştiye jin di roja îro de li ser lingan bimîne Rêber Apo ye, têkoşîna wî ji bo jina Kurd tenê nebû, têkoşîna wî ji bo tevahî jinan e. Êdî jin di ferqa hêza xwe de ne ku êdî dizanin ew bi tenê jî dikarin bimeşin."

Gerîlaya YJA-STAR’ê Zeyneb qala pêşwazîkirina 4’ê Nîsanê kir û wisa axaftina xwe bi dawî kir: "Em roja 4’ê Nîsanê li çiyayên azad pêşwazî dikin. Di vê salê de em ê azadiya Rêber Apo bi dest bixin, wê bibe sala dawî ku Rêber Apo di Îmraliyê de ye û bi azadiya Rêber Apo gelê Kurd jî wê azad bibe."