324 roj in agahî ji Ocalan nîne

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girava Îmraliyê di nava rejîmeke tecrîd û êşkenceyê de dîlgirtî ye, 324 roj in agahî jê nayê girtin.

Bi îdîayên dawî re, jiyan, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve kete rojevê. Dewleta Tirk bi binpêkirina qanûnên xwe, nahêle ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mafekî herî biçûk ê girtî û hikumxwaran sûdê werbigire. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê van salên dawî dijwar bû.

Hin îdîayên ku li ser medya dîjîtal têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin, malbat, parêzer û raya giştî xiste nava tirs û fikaran. Saziyên demokratîk, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedaran bang kirin ku tavilê hevdîtin li Îmraliyê bê kirin. Ji xwe ji 27'ê Nîsana 2020'î û vir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin, lewma van îdîayên dawî fikarên raya giştî ya Kurd zêdetir kir. Parêzeran li pey hev serî li Wezareta Edaletê ya Tirk û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ji bo hevdîtinê, lê hîn bersiv ji wan re nehatiye dayin. Buroya Ragihandina Medyayê ya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê doh êvarê daxuyaniyeke kurt da û îdîa kir ku rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan baş e. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez li ser vê daxuyaniyê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got, "Ji bo em zanibin rewşa ewlekariya jiyanê û tenduristiyê muwekîlê me çi ye, çima em neçar bimînin li benda daxuyaniyên bi vî rengî bin, ya jî xwe bispêrin daxuyaniyên wiha? Divê tecrîd tavilê bê rakirin. Divê muwekîlê me Birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê karibin mafên xwe yên bingehîn ên qanûnî bi kar bînin. Divê karibin sûdê ji hevdîtina bi malbatê û parêzeran sûdê werbigirin û karibin mafê telefonê jî bi kar bînin. Em parêzer dixwazin ku bi xwe biçin Îmraliyê, muwekîlê xwe bibînin û bi vî rengî hîn bibin ku rewş tenduristiyê çawa ye."

5 SAL IN PÊWENDÎ PÊ RE NIKARE BÊ DANÎN

Desthialtdariya AKP-MHP-Ergenekonê bi zanebûn nahêle gelê Kurd agahiyê ji Îmraliyê bigire, hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji sala 2016'an ve her yek ji wan ji bo 6 mehan çar caran hate qedexekirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve serlêdanên parêzeran bi hincetên bêbingeh ên 'xerabûna keştiyê' û 'rewşa nebaş a hewayê' dihate astengkirin. Qîma xwe bi vê jî neanîn, destpêkê 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 20'ê Tîrmeha 2016'an de serdana malbat, parêzer, wasiyan qedexe kir; her wiha biryar da ku mafê bikaranîna name, telefon, faks û nivîsandinê bê birîn.

Piştre jî bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, di 6'ê Îlona 2018'an de têkildarî Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş biryareke nû da. Hevdîtina parêzeran a bi muwekîlan re ji bo 6 mehan qedexe kir. Biryara bi heman rengî 2'ê Adara 2018'an jî hate wergirtin. Dadgeriyê 2'ê Adara 2018'an hevdîtina bi parêzeran re ji bo 6 mehan careke din qedexe kir.

BIRYARA QEDEXEYÊ 2'Ê NÎSANÊ DIQEDE

Herî dawî 23'ê Îlona 2020'î bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 2'emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re ji bo 6 mehan qedexe kir. Biryara ku 7'ê Cotmeha 2020'î ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re hate ragihandin di 23'ê Îlona 2020'î de hatibû standin û tê payin ku 2'ê Nîsanê biqede.

Desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekon bi van rê û rebazan tecrîda li Îmraliyê derdixîne asta herî bilind. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve nikare parêzerên xwe bibîne, ji 3'ê Adara 2020'î ve nikare malbata xwe bibîne, piştî 21 salan yekemcar di 27'ê Nîsana 2020'î de karîbû bi rêya telefonê bi malbata xwe re biaxive. Destûra ji bo bikaranîna vî mafê telefonê ji ber fikarên ji ber şewba global hatibû dayin.

HEVDÎTINA DAWÎ YA MALBATÊ

Rayedarên dewleta Tirk di 27'ê Sibata 2020'î de ragihand ku li Îmraliyê şewat derketiye. Li ser banga gelek hêz û derdoran a ji bo 'hevdîtina bi lezgînî' û bi berxwedana gelê Kurd, birayê Ocalan Mehmet Ocalan 3'ê Adara 2020'î bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan ev gotinên Rêberê Gelê Kurd ragihand: "Ez bi vî emrê xwe bi şev û roj dixebitim. Li rêyên çareseriyê digerim. Ji bo xwe tiştekî nakim. Lê belê me soz dane vî gelî. Vî gelî ewqas berdêl da. 50 sal in em kedê didin, nirx hene. Me gelek berdêl dan. Eger hûn bibin yek û xurt bibin, hingî hûn ê karibin pirsgirêkên mezin jî çareser bikin. Kes nayê pirsgirêkên we çareser nake. Hêza esasî ya çareseriyê hûn bi xwe ne. Partî malê şexsiyetan nîne, ne ya kesan e. Em dibêjin mase, lê maseya li Tirkiyeyê ji du lingan pêk tê. Hûn neçarin bibin lingê sêyemîn. Ev bi çi dibe? Bi hêzê dibe. Hûn vê bikin wê bibe. Hûn kedê bidin wê bibe. Belê pêwîstî bi maseyê heye. Ev yek jî bi xizmet û keda ji bo gel dibe."

DEMA MISOGERKIRINA AZADIYÊ

Konseya Rêveber a KCK'ê piştî hevdîtina meha Sibatê û rêveçûna li Îmraliyê ya meha Nîsanê, ji ber ku tevahiya sala 2020'î agahî ji Rêberê Gelê Kurd nehate wergirtin, di 10'ê Îlona 2020'î de daxuyaniyek da û diyar kir ku bi navê 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' didin destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û her devera ku Kurd lê ne çalakî têne lidarxistin. Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê jî ji bo bidawîkirina tecrîdê ji 27'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ne. Bi heman armancê li Mexmûr û Yewnanistanê jî greva birçîbûnê dewam dike.

REJÎMA TAYBET A TECRÎDÊ YA LI ÎMRALIYÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di encama komploya navneteweyî de 15'ê Sibata 1999'an ji Kenyayê hate revandin û dîl hate girtin, piştî ku radestî Tirkiyeyê hate kirin, di nava rejîmeke êşkence û tecrîdê de hate bicihkirin ku li dinyayê mînakên mîna wê nîne. Bi taybetî ji sala 2005'an û pê ve li Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd rêbazên tecrîd û êşkenceyê yên taybet ketin meriyetê.

Dewleta Tirk, rê û rêbazên êşkenceyê yên ku mînakên xwe nehatine dîtin 22 sal in li Îmraliyê bi cih tîne. Destpêkê porên Rêberê Gelê Kurd bi zorê birî, piştre jî ji bo çûk xwe li ser darên li derdora hucreyê daneynin û dengê çûkan neyê, darên li derdorê birî. Heta niha bi giştî 240 carî cezayên huncreyê lê hate birîn. Rêberê Gelê Kurd ku ji xwe di hucreya yek kesî de tê hiştin, bi van cezayên hucreyê re bi dîwarên vala yên girtîgehê re rû bi rû hate hiştin.

Di nava şert û mercên êşkenceyê, îzolasyon û tecrîda li Îmraliyê de, tevî nexweşiya sînuzît, wê nexweşiyên anjîn, faranjît, alerjîk rînît û astim lê der bibûya. Rêberê Gelê Kurd ku 22 sal in ji deng, reng, aso, hewa vekirî, ji her cûre nîşaneyên jiyaneke cuda bêpar hatiye hiştin, tevî vê yekê jî bênavber hildiberîne, di her hevdîtinê de ji bo çareseriyê rê nîşan didin.