31 komele û federasyonan bang kir: Em têkoşînê mezin bikin

Bi pêşengiya KAYY-DER'ê 31 komele û federasyonan êrişa li ser HDP'ê şermezar kirin û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kirin.

31 komele û federasyonên ku bi pêşengtiya Komeleya Çand, Pêşketin û Alikariya Civakî ya Navçeyên Gêxî-Dep-Azaxpêrt-Korxol-Çêrme (KAYY-DER) de hatin gel hev, têkildarî êrişa ku li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê pêk hat û qetilkirina xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber êrişên bêhejmar ên beriya niha nehatine ronîkirin û kiryar nehatine dîtin ev êriş berdewam dikin û ev tişt hat gotin: "Em diyar dikin ku ev êriş li dijî partiyeke siyasî û rewa li dijî HDP'ê hatiye kirin û polîtîk e. Em dixwazin gotinên ku mûxalîfan dikin hedef bi dawî bibin û ev êriş bi hûrgiliyên xwe were lêkolînkirin, ronîkirin û kiryarên wan werin darizandin."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li dijî tundiya hatiye avakirin, em ê bi hêza xwe û zanîna xwe li her qadê têbikoşin. Em bang li kesên ku alîgirê jiyaneke wekhev, adil û azad e dikin ku piştevanî û têkoşînê mezin bikin."