3 sal cezayê girtîgehê li nexweşê dil ê 72 salî hate birîn

Dadgeriya Tirk, bi hinceta parvekirinên xwe yên li medya civakî 3 sal cezayê girtîgehê li nexweşê dil Hidir Igircik ê 72 salî birî.

Hidir Igircik ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî 3 meh berê li navçeya Sêwereg a Rihayê hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Rihayê. Rûniştina darizandina Igircik ê 72 salî doh pêk hat û bi îdîaya "propaganda rêxistinê" 3 sal û mehek ceza lê hate birîn.

'JI BER PIRSGIRÊKÊN XWE YÊN TENDURISTIYÊ NABE KU LI GIRTÎGEHÊ BÊ HIŞTIN'

Parêzerê Igircik Mehmet Guzeller got, muwekîlê wî emeliyata vekirî ya dil bûye û ber temen û nexweşiyên xwe nabe ku li girtîgehê bê hiştin."