'2018 wê bibe sala şerê mezin ê Kurdan û dagirkeriya Tirkan'

Karayilan diyar kir ku bi deh hezaran Egîdan dane ser şopa fermandarê leheng Egîd û got, "Sala 2018'an wê li gelemperiya Kurdistanê şerekî mezin di navbera Kurdan û dagirkeriya Tirk de biqewime."

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber Hefteya Lehengiyê û salvegera şehadeta fermandarê mezin Egîd (Mahsum Korkmaz), bi amadebûna Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, gelek fermandar û şervanên HPG’ê ,YJA-Starê merasîmeke bîranînê hate çêkirin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina li ser giyanê şehîdan hat destpêkirin. Di merasîmê de Fermandarê Biryargeha Navendî Mûrat Karayilan di axaftina xwe de li ser kesayeta fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) nirxandinên girîng kirin. 

Karayilan got: "28’ê Adarê salvegera şehadeta Fermandarê Mezin, hevrê Egîd (Mahsum Korkmaz) e. Em fermandarê mezin hevrê Egîd, fermandariya wî û xeta ku wî temsîl kirî ji bo xwe wekî perspektîfa jiyan û têkoşînê dibînin. 

'BI HEZARAN, BI DEH HEZARAN EGÎD HENE'

Hevrê Egîd ne tenê Pêngava 15’ê Tebaxê bi rê xist û jê re fermandarî kir. Wî xeta Rêber APO temsîl dikir. Di temsîlkirina xeta Rêber Apo de, di pêşxistina şerê çekdarî û bicihkirina rêbazê gerîla de bi roleke pêşeng rabû. Bingeha mezinbûna fermandariya wî ev e. Ew, sala 1986’an di kemîneke dijmin a bêbext de li Çiyayê Gabarê şehîd ket. L pey wî bi sedan, bi hezaran egîd çêbûn. Egîdên ku şopdariya Egîdê mezin kirîn, ev têkoşîn îro gihandine vê astê. Ji bo wê, em di şexsê fermandarê mezin rêheval Egîd de, tevahî egîdan û şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Egîd namirin û nemir in. Pratîka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ev heqîqeta nemiriyê ya egîdan aşkere dike. Îro Egîd bi hezaran û bi deh hezaran in. Nemirî wisa ye."

Piştî merasîm qediya, hemû fermandar û şervanên HPG’ê derbasî civînê bûn. Di civîne de, şîroveyên berfireh hatin kirin. Di civînê de Karayilan bi taybetî behsa girîngiya têkoşîna azadiya Kurdistanê ya di sala 2018’an de kir û bal kişande ser rola pêşengiyê. Karayilan axaftina xwe wiha domand:  

'BERXWEDANA EFRÎNÊ YA SERDEMÊ DERFET ÇÊKIRIYE KU FAŞÎZMA AKP-MHP-DAÎŞ’Ê WERE ŞIKANDIN'

"Em, di sala 2018’an de dixwazin têkoşîna azadiya Kurdistanê û têkoşîna şoreşa herêmê hîn zêde geş û xurt bikin. Derfeta ku em pêla faşîzma AKP, MHP û DAÎŞ bişkînin heye. Berxwedana Efrînê ya serdemê bingehê vê ava kiriye. Gelê me li Efrînê û li tevahî Kurdistanê bi fedakariyeke mezin têkoşîn heya vê rojê anî. Ger ku ji vir û şûn ve jî weke tê xwestin bi rêve bibe, wê serkeftina xwe misoger bibe. Niha berxwedana Efrînê pêşengtiya vê dike. Divê em bizanibin şikestina pêla faşîzma AKP-MHP û DAÎŞ’ê wê bi xwe re pêşî ne tenê li şoreşa Kurdistan û Tirkiyê veke, wê pêşî li şoreşa Rojhilata Navîn veke. Wê encamên xwe yên wisa girîng hebin. Ji bo vê xebatên ku em wekî Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin, tenê gelê Kurd û Kurdistanê eleqedar nake; hemû gelên herêmê eleqedar dike. Ev pir girîng e. 

'SALA 2018'AN WÊ LI HEMÛ KURDISTANÊ DI NAVBERA KURDAN Û DAGIRKERIYA TIRK DE ŞEREKÎ MEZIN BIQEWIME'

Wisa xuya dibe ku di sala 2018’an de di navbera gele Kurd û dagirkeriya dewleta Tirk de li Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê wê şerekî mezin çêbibe. Li aliyekî dagirkeriya Tirkiyê, li aliyê din jî şoreşa azadiya Kurdistanê û şoreşa demokrasiya herêma Rojhilata Navîn heye. Di vî şerî de em bi hêvî ne ku, wê gelê me û hêzên demokrasiye bi ser bikevin. Ji ber ku derfetên serkeftinê ji bo me hîn zêde hene. 

'MEŞA ME WÊ BIBE MEŞA AZADIYA KURDISTANÊ, RÊBER APO Û ROJHILATA NAVÎN'

Roja îro qedera gelê me, pêşeroja gelê me di destê gelê me bi xwe de ye. Eger derfetên heyî em bi kar bînin û li gorî vê bi rastî pêşengiya tê xwestin bikin, pêşeroj û serkeftin wê ya me be. Ji bo wê, berî her tiştî divê kadro û fermandarî ango pêşengî rola xwe bilîze. Di bin ronahiya perspektîfên Rêber APO de û di şopdariya fermandar Egîdan de li ser esasê bîranîna şehîd Delal Amed, Berçem, Bedran, Perwer, û Salihan  divê ruhê şoreşê bê geşkirin û xurtkirin. Em bawer in, ku tevahî heval li ser esasê perspektîfên Rêber APO kûraniyê çêbikin û li gorî plansaziyên hatine zelalkirin tevbigerin û rol bilîzin, meş wê bibe meşa azadiya Kurdistanê û azadiya Rêber APO. Meşa me wê bibe meşa derî vekirina li şoreşa Rojhilata Navîn. Meş wê bibe meşa azadiya gelan e. Ji bo wisa bibe, divê hemû heval li berpirsiyariyên xwe xweyî derkevin, kêmahiyên xwe bibînin, biborînin, bi şêwazekî rast û tam xwe tevlî erkên demê bikin. Eger wisa bibe, em bawer dikin ku wê hemû heval bi ser bikevin. Serketin wê ya me be, serkeftin wê ya gelê Kurdistanê be."

Merasîm û civîna li ser bîranîna Hefteya Lehengiyê û salvegera şehadeta fermandar Egîd herî dawî bi qîrîna dirûşmeyan bidawî bû.