20 ciwanên li dijî şerê taybet bisîkletê ajotin hatin destgîrkirin
20 ciwanên ku li Mûşê ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin bisîkletê ajotin, hatin destgîrkirin.
20 ciwanên ku li Mûşê ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin bisîkletê ajotin, hatin destgîrkirin.
Endamên rêxistina Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” de li dijî polîtîkayên şerê taybet li navenda bajêr bisîkletê ajotin. 20 ciwanên ku bîsîkletê ajotin hatin destgîrkirin. Bîsîkletên ciwanan jî hatin desteserkirin.