180 akademîsyenan xwestin pêşî li êrîşên dewleta Tirk bê girtin

180 akademîsyenên li zanîngeha Sinê û Kirmanşanê li dijî hewldana dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirk danezanek belav kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku dawî li bêdengiya xwe bîne.

Peywirdarên hîndekariyê yên zanîngeha Sinê û Kirmanşanê yên Rojhilatê Kurdistanê bi danezanekê êrîşên bi hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk şermezar kirin û bang kirin û li dijî bêdengiya raya giştî ya navnetewî helwest nîşan dan. 180 akademîsyen ku di nav wan de kesên weke Eshed Xefûrî, Hadî Talîmûradî, Bahar Emanî û Şeyda Fethî hene gotin, ‘’Erdogan dixwaze rûpeleke dî ya bi komkujiyan a reş li dîroka dinyayê zêde bike. Em dixwazin ku aktorên navnetewî li dijî vê kuştina bêsînor bibêjin, ‘raweste.’’

Di danezanê de ku îmzeya 180 akademîsyenî li ser heye, wiha hate gotin:

‘’Deweta Tirk a bi rêveberiya Tayyîp Erdogan piştî ku nikarîbû vîna kurdan li Kobanê û bajarên di yên Kurdan bişkîne, îro bi peymaneke gemarî ya bi Rûsyayê re, bi çavşikandina DYA’yê, bi bêdengiya wan hêzên ku ji bo Rojhilata Navîn ‘mafê mirovan’ digotin hewl dide ku Efrînê dagir bike.

Dewleta Tirk, artêşa wê û çeteyên wê yên ku Sûriye kirin gola xwînê, bi çekên teknolojiya pêşketî êrîş dibine ser Efrînê ku Kurd, Ereb, Tirmen, Çerkez, Elewî û Êzîdî, ji nîv milyon mirovî zêdetir mirov lê dijîn. Di van êrîşan de heta niha bi dehan jin û zarok hatine kuştin. Erdogan dixwaze rûpeleke di ya bi komkujiya a reş li dîroka dinyayê zêde bike.

Em peywirdarên hîndekariyê yên zanîngehên Kirmaşan û Sinê ji xwe re peywir dibînin ku van 4 xalan diyar bikin:

-Êrîşên dewleta Tirk ku li ber çavê raya giştî ya navnetewî êrîşê bi ser xaka welatekî dî de dibe ne meşrû ye û sûc e.

-Ev êrîşên ku dewleta Tirk ji bo ku hegemonyaya xwe berfireh bike dayî destpêkirin gefê li aştiya Sûriyê dixwe.

-Ev hewldana dagirkeriyê zemînê çêdike ku hêzên biyanî mudaheleyî li herêmê bikin.

-Siberoj û ewlehiya jiyanê ya sivîlên ku li herêmê dijîn ji nedîtî ve tê.

Em yên ku li dijî tecawizkarî û cînayetên dewleta Tirk bêdeng dimînin, li bara normên hiqûqa gerndûnî sûcdar dibînin. Em van êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û mehkûm dikin. Di serî de Îran divê aktorên sereke yên navnetewî li dijî van cînayetên bêsînor bibêjin, ‘raweste’’.