15 herêmên Xarpêtê li sivîlan hate qedexekirin

15 herêmên navçeyên Xulaman, Miyaran, Dep û Palo yên Xarpêtê, ji bo 15 rojan weke "herêmên taybet ên ewlekariyê" hatin îlankirin.

Herêmên ku Walîtiya Tirk a li Xarpêtê di navbera 23'ê Îlona 2017 û 7'ê Cotmeha 2017'an de li sivîlan qedexe kir, ev in:

Deşta Gortil û herêma Herbite yên navçeya Xulaman, Gorese 1, Gorse 2 ên navçeya Miyaran, xeta Gazdagi-Karabogan, deşta Dîlektaşi, rojavayê Akpinar, Pîlavtepe, rojavayê gundê Koçyîgîtler, deşta Başak, rojhilatê Velîkan, herêmên Çatili yên navçeya Depê û Akdag, deşta Haydar, deşta deşîbotan ên Palo.