15 baroyan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang kirin

15 baroyên li Bakurê Kurdistanê kar dikin, ji bo "çareseriya aştiyane û demokratîk a bi konsensuseke berfireh û tevlîbûna her kesî" ya pirsgirêka Kurd bang kirin.

Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik, Bêdlis, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê encamnameya civîna xwe ya ku pirsgirêkên pîşeyî, hiqûqî û civakî tê de dinirxandin, parve kirin. Civîn, di 4’ê Mijdarê de li Baroya Agiriyê hat kirin û pirsgirêka Kurd, weke girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê hat destnîşankirin.

Baroyan, di encamnameyê de diyar kirin ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên “ewlekariyê” çareser nabe û ev tişt hatin gotin: “Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, yek ji astengkiyên herî mezin ên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Gelek caran hatiye tecrûbekirin ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên tundî û ewlekariyê çareser nabe. Di vê çarçoveyê de jî girîng e ku pirsgirêk, li ser bingeha welatîbûna wekhev û bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin ku tevahiya derdorên civakî jî beşdar bibin.”

Di encamnameyê de baroyan got ku hewldana girtina partiyên siyasî, hewldaneke ji bo dûrketina ji nirxên demokratîk û dewleta hiqûqê ye û ev hewldan nayê qebûlkirin. Bi domdarî Baroyan bang li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir ku di serî de doza girtina HDP’ê, di hemû dozên ji bo girtina partiyên siyasî de biryara betalkirinê bide.

Bi domdarî baroyan bal kişand ser Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber daxwaza lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Herêma Federal a Kurdistanê hatibû girtin û hat gotin ku desthilatdarî hewl dide bi guhertinên nû yên zagonî re dixwaze li ser rêxistinên pîşeyî rejîmeke nû ya qeyûman ava bike. Baroyan da zanîn ku vê hewldanê qebûl nakin û banga terikandina van hewldanan li hikûmetê kirin.

Baroyan, diyar kir ku dadgeh di bûyerên binpêkirinên giran ên mafên mirovan de biryarên adilane nadin û ev yek jî baweriya bi polîtîkaya necezakirinê her ku diçe xurtir dike û biryara demborînê ya ji bo doza Mûsa Aner û Vartînîsê jî weke mîna nîşan da.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku dema li bertekên seranserî cîhanê yên li dijî qetilkirina Jîna Emînî tê nihêrtin, tê dîtin ku tundiya li dijî jinan li seranserî cîhanê olan dide û ev tişt hat gotin: “Cînayetên jinan ên li Tirkiyeyê, pirsgirêkeke kronîk û polîtîk e. Divê dewlet ji bo pêşîlêgirtina van cînayetan, tevdîrên xurt bigire.”

Têkildarî “qanûna sansûrê” jî baroyan di encamnameyê de ev tişt parve kirin: “Bi vê qanûnê re gefeke mezin a destwerdanê li çapemenî û mafê azadiya xweîfadekirinê tê kirin. Ev yek jî di nava civakê de rê li ber fikaran vedike. Bi taybet jî di mijara serbixwebûn û bêalîtiya darazê de li welêt pirsgirêkên cidî hene û di rewşeke wiha de derxistina vê qanûnê, ji bo zextên li ser muxalîfan rê li ber gumanên mezin vedike. Divê astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û xweîfadekirinê bên rakirin û welatî bikarin xwe îfade bikin.”

Baroyan, daxuyand ku tundiya li dijî parêzaran bi tundiya aborî re bûye yek û ev yek jî gefeke mezin li ser pîşeya parêzertiyê dike. Encamname wiha didome: “Divê wezareta dadê heqê alîkariya edlî û yê diravê alîkariya edlî zêdetir bike. Divê rêjeya KDV ya heqê CMK’ê ji sedî 1 bê daxistin. Nexwe ji bo rakirina astengiyên li pêşiya xebatên pîşeyî yên hempîşeyên me em ê serî li her hewldanê bidin û ji bo parastina hiqûqa hempîşeyên xwe hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.” 

Her wiha buroyan xwest ku teqîna li Amasrayê ji her alî ve bê lêkolînkirin û berpirsyarên wê bên darizandin.