14 baroyan xwestin, daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih bêne anîn

14 baroyên li Bakurê Kurdistanê bi bîr xistin ku greva birçîbûnê bandoreke giran li tenduristiya girtiyan dike û bang kirin ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih bêne anîn.

Serokên 14 baroyan bi banga Baroya Çewlikê li hev kom bûn û piştî civînê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Serokên baroyan daxwaz û tespîtên têkildarî mijarê bi raya giştî re parve kirin û bi bîr xistin ku di 3 mehên destpêkê yên sala 2021'ê de 67 jin ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku hukmên Peymana Stenbolê bêkêmasî bi cih bêne anîn.

Di daxuyaniyê de işaret bi greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û pêkanînên li girtîgehan pêk tê û wiha hate gotin, "Eşkere ye ku greva birçîbûnê bandoreke giran li tenduristiya girtiyan dike. Ji bo encamên giran rû nedin, divê daxwazên girtiyan ên li gorî hiqûqê ne bi cih bêne anîn û bi vî rengî dawî li greva birçîbûnê bê anîn. Weke ku me beriya niha kir, ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê em amade ne berpirsyarî û berpirsyariya xwe bi cih bînin."

Baroyên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:

Baroya Semsûrê
Baroya Agirî
Baroya Êlihê
Baroya Çewlikê
Baroya Bedlîsê
Baroya Dersimê
Baroya Amedê
Baroya Colemêrgê
Baroya Mêrdînê
Baroya Mûşê
Baroya Sêrtê 
Baroya Şirnexê
Baroya Rihayê
Baroya Wanê