13 zarokên wan tevlî nava refên gerîla bûn

Malbata Gulo ya ji 5 xwişk û birayan pêk tê, 13 zarokên wan tevlî nava refên gerîla bûne. 8 ji wan şehîd bûne. Ehmed Gulo dibêje, "Em bi wan serbilind in, ku tevlî nava refên PKK'ê bûne."

Li Rojavayê Kurdistanê yek ji malbatên ku PKK û Rêberê Gelê Kurd nas kirin û tevlî bûn, malbata Gulo ye. Mezinê malbata Gulo Ehmed Gulo ku 13 zarokên wan tevlî nava refên gerîla bûne, xwe weke 'Malbata PKK'ê bi nav dike û qala çîroka malbata xwe û girîngiya 40 saliya PKK'ê ji bo xwe dike.

Mîna piraniya gelê Rojava, Ehmed Gulo û malbata wî jî beriya PKK'ê destek da tevgerên Kurd ên bi welatparêzî rabûn. Ehmed Gulo bi bîr xist ku beriya naskirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê wan destek didan PDK a li Başûrê Kurdistanê û li Rojava jî karê wê dikirin. Ehmed Gulo got, "Piştî ku Mele Mistefa têk çû, bala me çû ser Bakurê Kurdistanê. Eger Bakurê Kurdistanê rabûya ser piyan wê hêviya me ji nû ve şîn bibûya. Me yê jî li vê derê karên xwe yên rêxistinî û siyasî mezin bikira."

PKK DI SALA 1980'Ê DE NAS KIR

Malbata Gulo di sala 1980'î de PKK nas kir û bû yek ji malbatên destpêkê ku li Qamişloyê deriyê mala xwe li PKK'ê vekir. Ehmed Gulo qala wê pêvajoyê dike: "Koma destpêkê ya hevalan a hat mala me ji şeş kesan pêk dihat; di şexsê wan de baweriya me pê hat ku wê şoreşeke mezin pêk were. Bendewariyên me bi cih dihatin, tevî têkçûnên mezin jî Kurdan û xizanan hewl didan tiştekî bikin. Di sekn û axaftina wan de baweriya bi şoreşê hebû; vê yekê jî hesreta şoreşê ya bi me re ji nû ve geş dikir."

ŞEHÎD MÛSTAFA PÊŞENGÎ KIR

Ehmed Gulo ragihand ku 15'ê Tebaxê bi qasî li Bakur, li Rojavayê Kurdistanê jî di nava gelê welatparêz de deng veda û tevlîbûnê dest pê kir. Gulo wiha dewam kir: "dema ku têkoşîna çekdarî û artêşbûnê dest pê kir, vê yekê bandor li me hemûyan kiribû. PKK partiyeke cidî bû û tişta digot bi cih dianî. Min xwest tevlî nava refên gerîlayên PKK'ê bibim. Hevalan qebûl nekirin, ji ber ku zarokên me hebûn. Wê wextê zarokên min biçûk bûn. Emrê zarokên kekê min mezin bû. Tevlîbûna destpêkê ji mala wan çêbû. Biraziyê min Şehîd Mûstafa yê destpêkê bû ku ji me tevlî bû. Pêşengê me bû."

TÊKOŞÎN BÊYÎ BEDÊLAN NEDIBÛ

Ehmed Gulo anî ziman ku vê tevlîbûnê bandoreke kûr li wî û malbata wî kir û got, "Dema ku Şehîd Mûstafa xwest tevlî bibe û ev ji kekê min re got, wî jî jê re got, 'kurê min, wellehî ez jî dixwazim tevlî şoreşê bibim. Lê belê emrê min gelekî mezin e û rewşa malbatê zêde nebaş e. Ez nikarim tevlî bibim, lê bi tevlîbûna we ez ê kêfxweş bibim' Berî hevalê Mûstafa biçe em li hev civiyan; me ew bi kêfxweşî bi rê kir. Li Dêrikê me bir heta cem Ava Mezin û ji wir gihand hevalan. Wê wextê gotinên Seyda Cegerxwîn hat bîra min. Digot; bê şoreş, şer, çek û gel, welatek nikare azad bibe."

ŞOREŞA DI NAVA ŞOREŞÊ DE 

Tevlîbûna malbata Gulo li nava refên PKK'ê bê navber dewam kir. Piştî ku Mûstafa sala 1991'ê li Garzanê şehîd bû, tevlîbûna ji malbatê zêde bû. 13 ji malbata Gulo ya ji 5 xwişk û birayan tevlî bûn û 5 ji wan şehîd bûn. Ehmed Gulo got, "Em bi wan serbilind in. Biryara herî rast dan û rêya herî bedew hilbijartin" û wiha dewam kir: "Keça min jî tevlî nava refên gerîla bû. Em berê jî welatparêz bûn, lê belê haya me ji hêza jinê tine bû, me bi nirxê wê nizanîbû. Rêber Apo û PKK'ê bi rastî jî jin û jiyan hînî me kir. Di nava şoreşê de şoreş kir. Welatparêziya me bi PKK'ê re li ser bingeha demokratîk hat rûniştandin."

BI HEYBET BÛ

Ji sala 1990'î û pê ve ji bo civînên gel ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin, malbata Gulo jî hat vexwendin. Malbatê firsend dît ku Rêberê Gelê Kurd nas bike. Ehmed Gulo anî ziman ku ji ber wê wextê bê nasname bûn, bi komeke mezin bi rêya qaçax çûn Lubnanê û Ocalan dîtin. Qala wan rojan dike: "Me nêrîna Rêbertî nas kiribûn û em pê ve hatibûn girêdan. Lê belê dîtin û guhdarîkirina li wî tiştekî gelekî cuda bû. Dema ku em dît û hîn bû ku em ji Qamişloyê ne, gelekî kêfa wî hat. Ev kêfxweşiya wî em hê bêhtir serbilind kiribû. Bi rastî jî qîmet dida gelê xwe, dide me. Piştî ku civîn kir, ji me xwest ku em pirsan bikin, biaxivin û li me guhdarî kir. Ji bo pirseke ku hevalekî min lê kiribû, min bi helbestek li ser şoreşa me û baweriya me bersiv dabû. Gelekî ji vê kêfxweş bû bû. Hem gelekî bi heybet bû, hem xurt bû hem jî sade bû."