122 saziyan gotin: Dest nedin Qersê!

122 sazî xwedî li Şaredariya Qersê derketin ku şaredarî di hedefa desthilatdariya AKP-MHP'ê de ye.

Li dijî kampanyaya reşkirinê û êrişan a li dijî Şaredariya Qersê ya HDP'î, 122 saziyan mohra xwe danîn binê metnekê.

Di metna hevpar de hate gotin, "Di dema şewba vîrûsa koronayê de li cîhanê hate dîtin ku rêveberiya xwecihî çiqasî girîng e. Şaredariyên serketî û bi kampanyayên xwe yên piştevaniyê derdikevin pêş yek bi yek dibin hedefa desthilatdariyê. Piştî şaredariyên Stenbol, Edene û Mersînê niha jî Şaredariya Qersê bi nûçeyên manîpulatîf kirine hedef.

Qers bajareke ku Kurd, Tirk, Terekeme, Laz, Azerî, Yerlî, Malakan bi hev re lê ne. Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serokatiya Şaredariya Qersê qezenç kir û Şaredarî bi 400 milyon TL'yî deyndar dewr wergirt. Meclîsa Şaredariyê ji endamên HDP, AKP, MHP, CHP û DSP'ê pêk tê. Piştî ku vîrûsa koronayê dest pê kir li Qersê rêveberiya xwecihî dest bi kampanya piştevaniyê kir. Ev gav bû sedem ku desthilatdarî êrişî şaredariyê bike.

Li dijî Şaredariya Qersê û hevşaredaran Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bi rêk û pêk êriş tên kirin. Desthilatdariyê bi rengekî nehiqûqî qeyûm li gelek şaredariyan tayîn kir û qeyûm ji xwe re kir rêbazeke rêveberiyê. Qeyûm desteserkirina mafê hilbijartinê yê gel e. Bi operasyonên bi vî rengî yên li dijî Şaredariya Qersê fikar hene ku qeyûm bê tayînkirin.

Nabe ku em li pêşberî bêbandorkirina rêveberiyên xwecihî û tayînkirina qeyûman bêdeng bimînin. Di serî de hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bêdengmayina li pêşberî êrişên li dijî Şaredariya Qersê wê bibe sedem ku êrişên li ser rêveberiyên xwecihî mezintir bibin, belav bibin û îradeya gel bê binpêkirin.

Em bang li her kes û saziyên alîgirê demokrasiyê dikin ku li dijî êrişên li ser Şaredariya Qersê helwestê nîşan bidin û bêdeng nemînin."

SAZΠ

Navê saziyên metn îmzekirin wihane: "Platforma Komeleyên Semsûrê, Federasyona Komeleyên Agiriyê, Akkay-Der, Komekeya Hevnasîna Çanda Elewiyên Bektaşî, Şanoya  Bajêr a Amedê, Komeleya Çand û Lêkolîna Anatoliyê, Kooperatîfa Xerat a Jiyana  Anatoliyê, Hewldanan Azadiya Ramanê ya Enqerê, Misilmanên Dijkapitalîst, Meclîsa Gel a Atakentê, Tevna Piştevaniya Ataşehîrê, ANYAKAY-DER, Federasyona Hoçvan a Ardahan, Komeleya Mûxalîfên Leşkerên Darbeya Leşkerî (ADAM-DER), Partiya Azadî, Partiya-Bakur a Kurdistana Demokratîk (PDK), Tevna  Piştevaniyê ya Bahçelîevlerê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER Êlih, Federasyona Komeleyên Bedlîsê, Înîsiyatîfa 2017'an a Hemwelatiyên Bodrûm, Koma Parêzesrên Hemdem, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Komeleya  Piştevaniya Çekmekoy, Komeleya Çanda Kedê ya Darica, Platforma Demokratîk a Datça, Yekitiya Ji bo Demokrasiyê, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê, Komeleya Elewiyên Demokratîk, Kongeraya Îslama Demokratîk (KÎD), Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Baroya Dersimê, Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF), Kaxitxaneya Dersimiyan, Eyup, Komeleya Alîkarî û Çanda Gokturk, DDKD, Komeleya Çand û Dostantiyên Şoreşger, Partiya Şoreşger, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle, Komeleya Çand a Divrîgî, Koma Diyalogê, MEBYA-DER Amed, DBP, Platforma Komeleyên Başûrêrojhilat û Rojhilat, Mala Cemê ya Duzgun Baba, Komeleya Ekolojiyê, Federasyona Komeleyên Êlihê, Komeleya Hêza Kedê, Partiya Emek (EMEP), Platforma Komeleyên Erzurum, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Piştevaniya Fatîh, Platforma Maf û Edaletê, Malên Gel, HDK, HDP, Uskudar Haydar, Platforma Komeleyên Bajêr a Idirê, Partiya Mirov û Azadiyê, AMED-FED, Komeleya Gimgiyên Stenbolê, Kaldiraç, Federasyona Komeleyên Depê, Komeleya Çanda Digor Qersê, Komeleya Beykoz Ardaxan Idîr Qersê, Xebatkarên Huner, Tevna Piştevaniya Kartal, Komeleya Hiqûqnasên Kartalê, Parazvanên Beşdaran (KAV), Komeleya Sosyalîstên  Şer. KAYYA-DER, Piştevaniya Stenbol a Çiyayên Kazê, Komeleya Çanda Koçgirî, Kollektîfa Kostebek, PDK-T, KKP, Komeleya Edaletê ya Ji bo Mexdûran, Forum Maltepe, Federasyona Komeley^ne Mêrdînê, MED TUHAD-FED, MED-DER, Şanoya Mencel, Tevgera Ekolojîk a Mezopotamya, MKM, Platfroma Derdorê ya Mugla, Navenda Giştî ya Yekitiya Mulkiyevanan, Federasyona Komeleyên Mûşê, Tevna Piştevaniya Nurtepe-Guzeltepe, Komeleya Akademîk a Sînemaya Rojhilata Navîn, Parezerên Demokratîk ên Azadîxwaz, Komeleya Pîr Sûltan Abdal, Rojnameya  Polîtîka, Meclîsa Demokratîk a Herêmî ya Sancaktepe, Federasyona Komeleya Şêrwan, Tevna Piştevaniya Şîşlî, Meclîsa Demokratîk a Şîşlî, Înîsiyastîfa Xwendekarêbn Ewropa SKYP, Komeleya Gel a Sosyal, SODAP, Partiya Avakirina Ji Nû de Sosyalîst, Mala Cemê ya Azîz Baba ya Sûltanbeylî, Platforma Sûr, Federasyona Komeleyên Suryanî, Komeleya Jinên Suryanî, Piştevaniya Tarlabaşi, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Tora Ziman, Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Hemû Tokatiyan, UNIVDER, Platforma Komeleyên Wanê, Federasyona Komeleyên Gimgimê, Koordînasyona Yan Kanal Yan Stenbolê , Hewldana 78'an, Partiya Çep a Keskan û Hewldana Hemwelatiyan."