11 daxwazên saziyên li Şengalê

Saziyên li Şengalê xwestin ku bila rêveberiya xweser a Şengalê ji aliyê Iraq û hêzên navneteweyî were naskirin.

Li Şengalê li bajaroka bi navê Sinûnê li ser navê saziyên li Şengalê daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Êzidî ji ber baweriya xwe di dîrokê de her dem êrîş û qetlîam li ser wan hatine kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 3’ê Gelawêja 2014’an de qetlîamek li ser gelê me hate kirin. Li pêş çavên cîhanê DAIŞ’ê li Şengalê êrîşî gelê me kir. Bi sedan zarok, jin û ciwan û kal û pîr hatin dîlgirtin û qetilkirin. Bi sed hezaran mirovên me ji neçarî koç kirin û bi dehan goristan hatin hilweşandin. Ligel vî tiştî jî Êzidiyan sazî û meclîsên xwe û hêzên xwe yên xweparastinê ava kirin.

Ligel ku li derdora Şengalê çeteyên DAIŞ’ê nemane jî, îradeya li vê derê ji aliyê Iraq û hêzên navneteweyî nehatiye qebûlkirin. Em mafên xwe yên meşrû dixwazin. Ji ber vê jî em bang li Neteweyên Yekbûyî, hêzên navneteweyî û hikumeta Iraqê dikin.”

DAXWAZ

Gel û saziyan daxwazên xwe wisa rêz kirin:

1. Divê îradeya siyasî, parastin û civakî ya gelê Êzidî were naskirin.

2. Divê sazî û meclîsên ku 3 sal in Şengalê dixebitin, werin esasgirtin.

3. Divê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ya ku gel û axa me diparêze, werin esasgirtin.

4. 3 sal in bi derfetên qels li saziyên me yên perwerdehiyê, perwerdehî tê dayîn. Divê hikumeta Iraqê zanibe ku, divê em jî bi zimanê xwe yê zikmakî zarokên xwe perwerde bikin.

5. Saziya Xizmetê ya Şengalê ji roja fermanê heta roja me, xizmetê ji civakê re dike. Divê ev sazî bi awayekî fermî ji aliyê hikumeta Iraqê were naskirin û budçe jê re were veqetandin.

6. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku divê xwedî li biryara xwe ya têkildarî bawerî û çanda Êzidiyan derkeve. Em dixwazin 3’ê Tebaxê bibe roja fermî ya jenosîdê.

7. Divê koalîsyona navneteweyî ya ku li dijî DAIŞ’ê şer dike, tevî îradeya li Şengalê ji bo avakirina Şengalê têkeve nav hewldanan.

8. Divê kesên di fermana 73’an de cih girtine, di dadgehan de werin darizandin.

9. Divê hikumeta federal a Iraqê dengê civaka Êzidî bibihîze û Şengalê wekî bajarek qebûl bike û li gorî zagonan tevbigere. Di çarçoveya destûra bingehîn de em dixwazin xwe bi rê ve bibin û di çand û zimanê xwe de xwe perwerde bibin.

10. 3 sal ji ser fermanê derbas bû lê hê 3 hezar jin û zarokên Êzidî li benda rizgarkirinê ne. Divê ev kes werin rizgarkirin.

11. Piştî 17’ê Cotmeha 2017’an li Iraqê û bi taybetî li Şengalê hin guherîn çêbû. Ligel vê guherînê jî îradeya li wê derê li pêş çavan nehatiye girtin. Divê îradeya gel were esasgirtin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî ya li her derên cîhanê hate kirin ku bila yekîtiya Êzidiyan pêk were û desthilatdariya hêzên din neyê qebûlkirin.