’102 roj in ku di rojiya mirinê de ne û rewşa wan krîtîk e’

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê bal kişandin ser vî tiştî ku girtiyên bi navê Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim yên ku 102 roj in di greva birçîbûnê de ne, rewşa wan gelekî krîtîk e.

Nûneren rêxistinên civakî û demokratîk ên Wanê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya rojiya mirinê yên Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim yên ku 102 roj in di grevê de ne, daxuyanî dan.  Saziyan diyar kirin ku hemû hewldan bê encam û bersîv dimînin û xwest Wezareta Dadê û komîsyona Şopandina Mafên Mirovan gavan biavêjin.

Baroya Wanê, Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê, Vakfa Mafên Mirovan (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Wanê, Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz, (OHP), SES, Nûnerên KESK'ê, Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) bi armanca balê bikişînin ser pisgirêkên girtîgehan, daxuyaniyeke hevpar dan.

Nûneren rêxistinên civakî û demokratîk li Baroya Wanê daxuyanî dan. Li ser navê saziyan Savaş Avci axivî û xwest mafê girtiyan bê parastin û daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin. Avci anî ziman ku girtî rastî binkêkirinên li dijî rumeta mirovan tên û xwest mafê wan ê bingehîn bê parastin. Avci, da zanîn ku 102 roj in li Girtîgeha Tîpa  F a Wanê Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim ketine rojiya mirinê û xwest Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin.