Zordarî û tundiya AKP'ê ya li dijî jinê

Di serdema desthilatdariya AKP'ê de tundiya li ser jinê, destavêtin û komkujî bûn mijara raporên ku hejmara wan zêde dibe û ji ber vê yekê jin rêya rizgariyê di nava Tevgera Azadiya Kurd de dibînin.

Di dema desthilatdariya AKP’ê de tundiya li ser jinê derket asteke pir cuda. Bi taybetî piştî sala 2002’an, tabloya ku em pê re rû bi rû ne, pir xirab e. Tundiya mêr-dewletê hem zêde bû û hem jî bi awayekî hovane û bi êşkenceyên giran dest pê kir. Jinên ku di hedefa desthilatdariya AKP'ê de ne, di dîroka de belkî bi tundiya herî sîstematîk re rû bi rû ne. Di serdema desthilatdariya AKP'ê de tundî, destavêtin û komkujî bûn mijara raporên ku hejmara wan zêde bû, li şûna ku tundiyê ji holê rabike zêdetir kir.

Li aliyê din, ji ber kiryar nehatin cezakirin û hatin parastin, navend, komele û stargehên jinan hatin girtin û yên têkoşiyan hatin destgîrkirin û girtin. Li dijî van hemû ferzkirinan, têkoşîna azadiya jina Kurd li dijî pergala netew-dewlet û modernîteya kapîtalîst, li ser esasê ku pergala civakî ya baviksalariyê serûbin bike û nasnameya azad a jinê di hemû qadên jiyanê de pêş bixe, bi fikra ku jiyaneke alternatîf pêşkêşî jinê bike, bûye yekane navnîşana azadiya jinê. Ji ber ev hêza veguherîner a tevgera jinên Kurd a di nava tevgerên jinan ên li Tirkiye û cîhanê de bûye pisûlaya şoreşa jinê ya li Rojhilata Navîn, ji bo AKP'ê jî bûye hedefa bingehîn a êrîşan.

Ji van êrîşan ya herî sîstematîk bêguman tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, teorîsyenê paradîgmaya azadiya jinê ye. AKP’ê bi pêkanînên xwe yên tecrîdê bi taybetî jinan hedef girt, ji bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîlayan heta tehşîrkirina cenazeyên şehîdan û bi qetilkirina jinên pêşeng re, hewl da tecrîdê kûrtir bike û li tevahiya civakê belav bike. AKP’ê yê ku berpirsyarê polîtîkayên qetilkirina jinan e, kesayetên pêşeng ên têkoşîna azadiyê yekser dike hedef û qetil dike.

SAKÎNE, FÎDAN Û LEYLA

Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê, pêşengên têkoşîna jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di encama sûîqesta siyasî ya dewleta Tirk û hêzên navneteweyî de hatin qetilkirin. Berpirsiyarên komkujiyê hê jî nehatine eşkerekirin û nehatine darizandin.

EKÎN WAN

Dijminê jinan dewleta Tirk di sala 2015’an de dema qedexeyên derketina derve li gelek bajarên Kurdistanê îlan kiribû, cenazeyê gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan li Gimgimê tazî kiribû û teşhîr kiribû.

DÎLEK DOGAN

Di 18’ê Cotmeha 2015’an de polîsan bi ser mala Dîlek Dogan a li Stenbolê de girtibû û ji aliyê polîsê Tevgera Taybet ve hate qetilkirin. Dadgeriya mêr li vir dîsa polîtîkayên qetilkirina jin esas girtiye û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li polîsê kujer birî. Ceza piştre bi kêmkirina halê baş re daxistin 6 sal û 3 mehan.

DAYIKA TAYBET

Taybet Înan a li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve yên di 19'ê Kanûna 2015'an de hatibû îlankirin de ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin, 7 rojan cenazeya wê li erdê ma. Polîsan gule berdan kesên ku xwestin cenazeyê wê bigirin. Cenazeyê wê piştî bi hefteyan hate definkirin û destûr nehat dayîn ku malbata wê tevlî bibe.

SÊVÊ, FATMA Û PAKÎZE

AKP’ê ya ku li gelek bajarên Kurdistanê qedexeya derketina derve ragihandibû, di 4’ê Çileya 2016’an de yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinên Kurd Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Fatma Uyar û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Pakîze Nayir hatin hedefgirtin û qetilkirin.

HEVRÎN XELEF

Di êrîşên AKP’ê yên 9’ê Cotmeha 2019’an de li ser bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya Eyn Îsa hate êşkencekirin û qetilkirin. Xelef di Wezareta Enerjiyê ya Kantona Cizîrê de erk girtibû û piştre jî di Wezareta Aborî de kar kir. Xelef ku ji mafên jinan heta ekolojî û çandiniyê di gelek waran de reform kir, piştî demeke kin ku QSD'ê Reqa ji destê DAÎŞ'ê derxist, weke Sekreterê Giştî yê Partiya Sûriyeya Paşerojê ya ku di sala 2018'an de hat avakirin, hat hilbijartin.

GULÎSTAN DOKU

Gulîstan Doku ku xwendekara Zanîngeha Munzur a Dêrsimê bû, di 5’ê Çileya 2020’an de winda bû. Piştî nîqaşa bi Zaynal Abarokova ku bavê wî polîs e li ber pastexaneyekê, çarenûsa Gulîstan a ku di kamerayên MOBESE'yê de li mînîbusa zanîngehê siwar bû, hîn jî eşkere nebûye. Tevî ku hemû guman li ser Zaynal Abarakov û bavê wî Engîn Yûcel e jî lê lêpirsîneke bi bandor nehate kirin. Di dema ku pirsa aqubeta Gulîstan Dokû ya di serdema AKP'ê de hat windakirin bêbersiv maye, dosyaya lêpirsînê jî betal e.

ÎPEK ER

Îpek Er a 18 salî ku li Êlihê dijiya, di 16’ê Tîrmeha 2020’an de di encama destavêtina çawîşê pispor Musa Orhan de întîhar kir. Îpek ku zêdetirî mehekê li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê dihat dermankirin di 18’ê Tebaxa 2020’an de jiyana xwe ji dest da. Tecawizkar Musa Orhan bi şertê kontrola edlî hat berdan. Kesên ku bertek nîşanî bûyeran didin, bi vekirina lêpirsînê tên cezakirin. 

DENÎZ POYRAZ

Onur Gencer ê ku di 17’ê Hezîrana 2021’an de bi çekê êrîşî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê kiribû, jina ciwan a bi navê Denîz Poyraz qetil kiribû. Rûniştina doza kujer dewam dike. Wêneyên kujer li Sûriyeyê bi çekên TSK’ê derketin holê û di gelek nivîsên xwe de bi zimanekî nijadperest û zayendîperest gelê Kurd dike hedef. Ev yek jî diyar dike ku komkujî ji aliyê dewletê ve hatiye plankirin.

GARÎBE GEZER

Garîbe Gezer di 9'ê Kanûna 2021'an de li girtîgeha ku lê dihat ragirtin rastî êşkenceya zayendî hat û bi guman di hucreya yek kesî de jiyana xwe ji dest da. Garîbe hewl da êşkenceya zayendî ya ku demeke dirêj li girtîgehan bi awayekî sîstematîk lê dihat kirin eşkere bike, lê tu gav nehat avêtin. Piştî mirina wê, JinNews dîmenên êşkencekirina Garîbe Gezer dît û parve kir. Êşkenceya ku li girtîgehê li Gezer dihate kirin, di qeydên kamerayê de derket holê.

SAKÎNE KULTUR

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 15’ê Gulana 2022’yan de jina bi navê Sakîne Kultur ji aliyê Serokê Eyaleta Odeyên Tevgera Taybet ê Bajêr Îbrahîm Barkîn ve rastî êşkenceyê hat û hat qetilkirin.

NAGÎHAN AKARSEL

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtorê Kovara Jîneolojiyê Akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin.

EVÎN GOYÎ

Ji ber ku kujerên rastî yên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên di sala 2013'an de hatin qetilkirin nehatin eşkerekirin, bû sedema komkujiyeke din. Li Parîs a Fransayê di 23’ê Kanûna 2023’yan de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî) li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya tevî hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil bi hevkariya AKP-MHP’ê û MÎT’ê hatin qetilkirin. Evîn Goyî ku kedeke mezin di pêşxistina şoreşa jinê ya Rojava de da, bi beşdarbûna di şerê li dijî DAÎŞ'ê de xizmeteke mezin ji mirovahiyê re kir û di têkbirina DAÎŞ'ê de roleke diyarker lîst.