Zîlan li Moskowayê hate bîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) li Moskowayê bi civînekê hate bîranîn.

Ji bo bîranîna gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) li paytexta Rûsya Moskowayê civînek hate lidarxistin.

Di civînê de bi wesîleya salvegera 26'an a çalakiya fedaî ya Zîlan sînevîzyonek hate nîşandan.

Seroka Organîzasyona Piştevaniya bi Jinên Kurd re ya Moskowayê (Viyan) Tera Qadir li civînê axivî û bal kişand ser rol û mîsyona jinên Kurd a di dîrokê de.

Tera Qadir anî ziman ku çalakiya Zîlan li dijî dijminên Kurdan xeta têkoşînê ye û gelê Kurd hîn bêhtir nêzî azadiyê kiriye.

Tera Qadir destnîşan kir ku heta gelê Kurd xwedî lehengên bi vî rengî be wê ti carî têk neçe.