Zîlan êdî bi hezaran kes e

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê ku di salvegera 22’yan a şehîdbûnê de çalakvana mezin Zîlan (Zeynep Kinacî) bi bîr anîn, gotin êdî îro bi hezaran kes di rêya Zîlan de dimeşin.

Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan), 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersim navendê bi çalakiya ku kirî ,agir bi fitîla serdemekê xist. Navê Zîlan li Kurdistanê berbelav bû, bi hezaran keçen ku hatin dine ev nav li wan hate kirin. Ji tabûrn ku li ser navê wê hatin vekirin bigirin, ta bi yên ku tevlî refan dibin, li gelek akademiyan bi deh hezaran kes bi navê Zîlan in û pîroziya ‘xwedavend’ lê bar dikin.

BI HEZARAN ZÎLAN DIJÎN

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Aydin, ku ji 2014’an ve din av refên PKK’ê de ye got navê Zîlan ji bo wê û malbata wê pîroz e. Zîlan Aydin dibêje, hê beriya ku tevlî nav PKK’ê bibe navê Zîlan wê ji malbatê bihistiyei ji bo vê jî dema ku tevlî nav rêxistinê bûye ev nav li xwe kiriye û domand: ‘’Niha bi hezaran Zîlan dijîn û ji bo ku em navê Zîlan hem jî çalakiya wê mezin bibe min ev nav li xwe kir. Zîlan komploya navnetewî hê di serî de pûç kir. Ji wexta ku tevlê bûme tişta ku herî pir min dikişine çalakiya hevala Zîlan û xeta wê bû. Ez bi şexsê xwe jî dixwazim bi bîranîna wê bijîm. Îro mîna min li çiyan û li nav civakê bi hezaran jin, di wê rêyê de ku heval Zîlan vekiriye, dimeşin û têdikoin. Ev ji bo me serkeftineke pir mezin e.’’

LI SER ŞOPA BESÊ Û ZARÎFEYAN BÛ

Gerîlaya YJA Starê Rojken Koçer got Zîlan şopdarê Besê û Zarîfeyan e ku di serhildanên Koçgirî û Dersimê de bûne  sembol û domand: ‘’Li pey şopa wan dimeşiya. Îro bi hezarn Zîlan li ser şopa heval Zîlan dimeşin û em jî hewl didin ku di vê rêyê de bimeşin.’’ Koçer got heta dawiya jiyanê jî mînaka herî baş a serhildêriyê jê re wê Zîlan be û domand: ‘’Ew jineke Kurd bû û jiyana xwe bi têkoşîna rûmetê borand. Jixwe pir watedar e ku gotina ‘’Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar’’ ji me re kire sermiyan û mirov jê bihêz dibbe. Di çalakiya wê de tenê kuştina dijmin û hîsên hevşibên vê nînin.’’

ROJA ÇALAKIYÊ TEVLÊ BÛN

Gerîlayê HPG’ê Armanca Saruge, 30’ê Hezîranê ji bo bîranîna Zîlan bi komeke hevalê xwe re tevlî nav refên PKK’ê bûye. Sarûge dibêje, ‘’Beriya ku tevlî nav refên partiyê bibim min navê heval Zîlan bihîstibû û pir bandor li min kiribû. Li ser vê, bi komeke hevalê xwe em ji Stenbolê, 30’ê Hezîranê tevlî nav refan bûn. Ji bo ku em bibin milîtanên layiqî Rêbertî di rojeke wiha watedar de me xwest tacîdar bikin.’’

RÊYA NEMIRIYÊ VEKIR

Gerîlayê HPG’ê Akîf Yilmaz ê ji Rojhilatê Kurdistanê got, Zîlan bi çalakiya xwe rêya herî girîng a nemiriyê vekiriye û domand: ‘’Ji bo yên ku hêza jinê, bi çarçoweya zayendîparêziya civakî dinerin çalakiya Şehîd Zîlan bersiva herî mezin e. Ji bo heval Zîlan mirov dikare bibêje hem di qada cviakî de û hem li qada partiya me semboleke mezin e. Îro mîna xwedavendekê xuya dike. Çalakiya wê û xeta wê ya têkoşînê bi serê xwe bûye xet. Temamkirina îdealên wê yên nîvco mayî peywira me ye.’’

FERMANDARA ME YA NEMIR E

Gerîlayê HPG’ê Şoreş Gabar jî got li gel ku 22 sal di ser derbas bûne jî Zîlan di nav fermandarên nemir de ye û domand: ‘’Ne tenê her sal, divê her kelî mirov bi bîr bîne û bijîn, divê di xeta wê de mirov bimeşe û bi pêş ve biçe. Ji bo Rêbertî û gel biparêze xwe feda kir. Wateya vê gotinê hê jî domdar e; ‘’Xwezî ji canê min wêdetir jî tiştek hebûya û min bida’’. Di têkoşîna 40 salî ya PKK’ê girîng e ku xeta Zîlan bûye xeta jinê û ji bo dijminê Kurd bûye pratîkeke ku pir jê bitirsin. Bi xeta fedayî ya ku Zîlan dayî ber me em tevlî nav refan bûn. Peywira me ya herî mezin e ku em bîranîna wê mezin bikin.’’