Zeynep Kinaci li Ermenistanê hate bibîranîn

Endama PKKê Zeynep Kinaci (Zîlan) li gundê Riyateze ya herêma Elegezê ya Ermenistanê hate bibîranîn.

Civîn ji bo bibîranîna endama PKK’ê Zeynep Kinaci hate kirin ya ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê çalakiyeke fedaî kiribû.

Medya Garzan ya ku di civînê de axivî,diyar kir ku Zîlan ji bo tevgera azadiyê ya Kurdan û ji bo têkoşîna jinan manîfesto ye.

Garzan diyar kir ku serkeftina tevgera azadiyê ya li ser xeta jinan ji bo hemû jinên Kurdistan û jinên cîhanê ronahiyeke nû ye. Garzan got ku “ Zîlan xeta jiyana azad e û ev xet li dijî koletî û bêhevîtiyê têdikoşe. Li ser esasê vê xetê gelê Kurd ji bo hemû têkoşînên azadiyê yên li cîhanê, mînakeke mezin e.”